Ji MSD’ê hişyariya Kobanê: Dorpêç sûcê şer e, dê Şam berpirsyar bê girtin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyanî da û got ku tiştên diqewimin “sûcên şer in” û banga destwerdana lezgîn li civaka navneteweyî kir. 

 
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî dorpêça li ser bajarê Kobanê ku 21 roj in didome, daxuyaniyek da. MSD’ê diyar kir ku dorpêç zêdetirî milyonek mirovên niştecihên resen ên Kobanê û koçberên ji Efrîn, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Tebqa, Reqa û gundewarên wan dike hedef.
 
MSD’ê, da zanîn ku ji ber dorpêçê ceyran û av qut in, rê nayê dayîn pêdiviyên bijîşkî, xurek, sotemenî û pêdiviyên bingehîn derbasî Kobanê bibin û wiha domand: “Ev rewş trajedî ye û jiyana sivîlan, bi taybet zarok, nexweş û kesên bitemen dixe xetereyê. Pêdiviyên bijîşkî û derman li navendên tenduristiyê diqedin. Piraniya dikanan vala bûne û hatin girtin. Jiyana rojane bûye şerê ji bo hebûnê.”
 
‘DORPÊÇKIRIN SÛCEKÎ ŞER E’ 
 
Di berdewamê de MSD’ê destnîşan kir ku dorpêçkirin sûcekî şer û cezayekî komî ye û wiha domand: "Kobanê ku bûbû semboleke cîhanî ya berxwedana li dijî terorê, îro kirin kaxizeke siyasî ya zextê û tê cezakirin. Dorpêçkirin toleke xeternak li dijî îradeya gelê ku di refa yekemîn cîhan ji rêxitina DAIŞ’ê de parast. Dorpêçkirin sûcekî li dij mirovahiyê ye û binpêkirina qanûnên mirovî ya navneteweyî ye. Aliyên têkildar berpirsên qanûnî û exlaqî yên qurbaniyên dorpêçê ye. Em bang dikin ku sivîl û debara wan wekî alaveke siyasî yan jî leşkerî ya şantajê neyên bikaranîn.”
 
BANGA JI BO HIKÛMETA DEMKÎ, KOALÎSYON Û CIVAKA NAVNETEWEYΠ
 
Bi domdarî MSD’ê bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, tavilê rêyan veke, rê bide ku xurek, derman û sotemenî derbasî herêmê bibin. Bang li hêzên nîştimanî û demokrat ên Sûriyeyê jî kir ku li hemberî van rûdanan bêdeng nemînin, helwesteke yekbûyî bide ku dorpêçê red bikin û rûmeta mirovan di ser hesabên teng de esas bigirin.
 
MSD’ê her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê bikeve nava tevgerê. Bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û rêxistinên mirovî yên navneteweyî jî kir ku komîteyên lêpirsînê bişînin herêmê, kerîdorên mirovî vekin û van rûdanan wekî sûcekî destnîşan bikin û hesab bixwazin.
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “MSD bang li wijdanê cîhanê dike; bajarê ku jiyan bi ser xist nabe ji mirina hêdî re were hiştin. Rûmeta gelê Kobanê ne mijara bazarê ye. Îradeya gelê wê dê bi dorpêç û birçîkirinê neşikê."