‘Dema Asayîşa Kobanê vegeriya Çelebiyê dê gel jî vegere malên xwe’
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji endamên şandeya Hêzên Asayîşa Kobanê Emîn Salih ku çû serdana Helebê, diyar kir ku ji îro ve divê Asayîşa Kobanê biçe navçeya Çelebiyê û dema asayî derbas bû jî dê gel bikare vegere malên xwe.
Endamê Rêveberiya Asayîşa Kobanê Emîn Salih ku di nava şandeya Asayîşa Kobanê ya çûy serdana Helebê de cih digirt, der barê hevdîtina bi Hêzên Ewlekariyê yên Helebê, nîqaş û lihevkirinên hatin kirin de ji ANF'ê re axivî. Emîn Salih, bi bîr xist ku çûyîna wan bi esasî li ser rêkeftina navbera HSD û desthilatdariya demkî ya Şamê de pêk hat û nîqaş li ser rê û rêbazên tevlibûna Asayîşa Kobanê li nava Walîtiya Helebê hate kirin.
Li gorî agahiyên ku Emîn Salih da, navçeyên ser bi Kobanê hatine diyarkirin. Emîn Salih got, "Şêxler, Sirîn û Çelebî wê bi ser Kobanê ve girêdayî bin. Nîqaş li ser sîstemê û girêdana vê yekê hate kirin." Endamê Rêveberiya Asayîşa Kobanê destnîşan kir ku di çarçoveya nîqaşên hatin kirin de ji bo vegera xelkê Şêxlerê ji cih û warê xwe, wê hêzên leşkerî ji eniyên başûrrojhilat ê Şêxlerê ku li aliyê Qinayê ye vekişin.
‘HEBÛNA HÊZÊN LEŞKERÎ YA LI ŞÊXLERÊ PIRSGIRÊKEKE GIRÎNG E’
Salih, ragihand ku Asayîşa Kobanê divê îro derbasî Çelebiyê bibe û bi vî rengî jî wê vegera gel a li cih û warê xwe hêdî hêdî destpê bike. Hebûna hêzên leşkerî yên Şamê li Şêxlerê weke pirsgirêkeke girîng hate destnîşankirin û hate ragihandin ku di hevdîtinê de hate ragihandin ku hêzên leşkerî ji herêmê derkertine, Asayîşa Helebê derbas bûye û amade ne ku Asayîşa Kobanê jî tev li asayîşa li herêmê bibe.
‘EM GIRANIYÊ DIDIN SER RAWESTANDINA ŞER’
Salih, diyar kir ku di halê hazir de ew giraniyê didin ser rawestandina şer û got: “Ji ber ku hêza wan a leşkerî ketiye herêma Kobanê, em wê esas digirin ku divê derkevin, dûr kevin. Ji bo Asayîş cihê xwe bigire û gelê Kurd vegere gundên xwe. Aramî bi giştî bi vî rengî be. Tiştên em li ser kar dikin ev e." Salih, anî ziman ku pêvajo ji ber hebûna hêzên leşkerî yên Şamê hinekî hêdî dimeşe û bi vekişîna hêzên leşkerî re wê ji bo bicihanîna peymanê zû gav bêne avêtin.