Ji ber parvekirineke 11 sal berê ceza dan rojnameger Yaşar

Parve bike:
AMED - Bi îdiaya ku di sala 2015’an de li ser medyaya dijîtal “heqaret” li nivîskarê Yenî Şafakê yê berê Îbrahîm Karagul kiriye, 116 roj cezayê pereyê edlî li rojnameger Fuat Yaşar hate birîn. Doz, beriya niha ji ber demborînê hatibû betalkirin. 
 
Bi îdiaya ku li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dijîtal X’ê “heqaret” li nivîskarê Yenî Şafakê yê berê Îbrahîm Karagul kiriye, di sala 2015’an de doz li rojnameger Fuat Yaşar hatibû vekirin. 63’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê jî ji ber demborînê doz betal kiribû. Li ser serlêdana parêzerê Karagul, Daîreya Cezayan a 24’an a Dadgeha Edliye ya Herêma Stenbolê biryara dadgeha herêmî betal kir û biryar da ku doz jinûve bê lidarxistin. Piştî biryarê, danişîna sêyemîn a dozê hat lidarxistin. 
 
Rojnameger Yaşar di parastina xwe de got ku dozên bi vî rengî êdî veguherîne deriyê rantê û got ku Karagul hewl dide bi rêya vê dozê pereyan qezenc bike. Yaşar, da zanîn ku Karagul beriya doz dest pê bike ji wî 15 hezar lîre xwestiye. Yaşar, xweset doz dîsa ji ber demborînê bê betalkirin. 
 
Karagul û parêzerê wî tev li danişînê nebûn. Dadgehê, piştî parastina Yaşar biryara xwe da. Dadgehê, bi îdiaya “heqaretê” 116 roj cezayê pereyê edlî da Yaşar û înfazkirina cezayê taloq kir. Dadgehê, biryar da ku Yaşar, 45 hezar lîreyan bide parêzerê Karagul.