Li Îranê cenazeyê 50 jinan li Navenda Tipa Edlî tê sekinandin
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 13:12
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku cenazeyên herî kêm 50 jinên çalakvan ên nasnameyên wan nehatine aşkerakirin, li Navenda Tipa Edlî ya Kehrîzê tê sekinandin.
Komeleya Zanistî ya Xwendekarên Civaknasiyê ya Zanîngeha Tarbîat Modares ya Îranê (Sociology Student Scientific Association of Tarbiat Modares University) têkildarî ji aliyê rejîma Îranê ve qetilkirina jinan ya di xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê de, raporek belav kir. Di raporê de hate ragihandin ku di nava 4 rojên destpêkê yên xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê de herî kêm 50 xwepêşanderên jin bi gulebarana raste rast a hêzên ser bi rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
Li gorî raporê; cenazeyê jinên hatine qetilkirin hîna li Tiba Edlî ya Kehrîz a li Tehranê têne girtin û nasnameya wan nehatine eşkerekirin.
Her wiha Komeleyê di rapora xwe de destnîşan kir ku di dema serdanên malbatan de ji bo naskirina cenazeyan û dîtina kesên winda, efserên rejîmê ji malbatan dipirsin ka gelo ew kesên jiyana xwe ji dest dane beşdarî xwepêşandanan bûne yan na, kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûne rasterast dibin hewşa tiba edlî, lê ji bo yên din nameyek ji qereqola polîsan pêwîst dike.
Komeleyê, da zanîn ku wêneyên jinan ên li ser monitorên navendên polîsan ji malbatên ku li windahiyên xwe digerin re têne nîşandan, hejmara fermî ya hemû mirinan nagire nav xwe ku hebûna cenazeyên nenas nîşan dide ku pêvajoya naskirin û lêpirsînê hîna neqediyaye.
Nûçeyên Têkildar
Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin
Derket holê ku 2 hemşîreyên jin ên bi hinceta di dema çalakiyên protestoyî de welatiyên birîndar tedawî kirine hatin binçavkirin, di bin çavan de bi awayekî sîstematîk hatine tecawizkirin.
- Rojhilata Navîn
- 16:37
HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî
HRW’ê ragihand ku Îsraîlê di êrişên 3’yê Adarê yên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye û xwest mueyîde li Îsraîlê bên ferzkirin.
- Cîhan
- 14:34 09
HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin
HRANA'yê rapora xwe ya têkildarî êrişên ser Îran û Rojhilat aşkera kir. HRANA’yê got ku di nava 24 saetan de herî kêm 33 sivîl hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne.
- Rojhilata Navîn
- 13:37 09
Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney kî ye?
Seyyed Mucteba Xamaney ku li şûna bavê xwe Alî Xamaney ê di 28’ê Sibatê de hate kuştin hat hilbijartin, bi xwe re nîqaşên “monarşiyê” anî. Tê gotin ku Mucteba Xamaney di nava hêzên rejîmê de “kesekî bihêz” e.
- Rojhilata Navîn
- 10:22 09