Ji Japonyayê heta Îngilistanê cîhan ji bo Rojavayê li ser pêyan e

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li ser Rojavayê li gelek welatên cîhanê hatin protestokirin û banga "Rojava biparêzin, Kurdistanê li dijî barbarên xwînxwar biparêzin" hatin kirin.
 
Li gelek welatan, bi taybetî li paytext û bajarên wan, êrişên li ser Rojavayê yên HTŞ'ê û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, hatin protestokirin.
 
SAÎTAMA
 
Kurd û dostên wan ên Japon ên ku li eyaleta Saîtama a Japonyayê dijîn, ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyên ku li pêşiya stasyonên Warabî û Nîshî Kawaguchî hatin lidarxistin de, bertek nîşanî êrişên li ser Kurdan û komên paramîlîter hat dayîn. Di çalakiyan de dirûşmeyên “Rojava ne bi tenê ye” û “Em ê li dijî zilm û komkujiyê bêdeng nemînin” hatin berzkirin. Beşdaran diyar kirin ku Kurdên li Japonyayê û gelê Japon ji bo edalet, aştî û rûmeta mirovahiyê li qadan in.
 
Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku Kurdên li Japonyayê çalakiyên xwe yên li dijî êrişên li ser Rojavayê dê bidomînin û hat gotin ku wê li ber komên cîhadîst neyê tewandin.
 
Hat diyarkirin ku wê çalakî di rojên pêş de jî dewam bikin.
 
PARÎS
 
Li Parîsa paytexta Fransayê, bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên li ser Rojavayê meşeke girseyî li dar xistin. Girseya ku li Meydana Républiqueê bi dirûşmên “Rojava rûmet e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bi pêşengiya jinan jiyana azad” û “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek welat e” hatin cem hev, ber bi Meydana Bastille ve meşiya.
 
Di çalakiya ku ji çar parçeyên Kurdistanê û gelên cuda beşdar bûn de hat destnîşankirin ku êrişên li ser Rojavayê ne tenê gelê Kurd, lê belê pergala demokratîk, wekhevîxwaz û azadiya jinê ya ku li herêmê hatiye avakirin dike hedef. Girseyê planên hêzên navneteweyî yên li ser gelê Kurd protesto kir.
 
DANÎMARKA
 
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ku îro di saet 13:00’an de li Qada Torvê li hev kom bûn, ber bi Qada Axeltorve meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” û  “Bijî YPG-YPJ” hatin berzkirin.
 
Girseya ku piştî  meşê li qada Axeltrov kom bû, bi dirûşmeyan berteka xwe diyarkirin.
 
FRANKFÛRT
 
Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê bi deh hezaran kes, ji bo protestokirina êrişên HTŞ’ê yên li ser Rojavayê daketin kolanan. Çalakiya girseyî ku bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Teko-JIN, YJK-E, Federasyona KAWA û gelek saziyên Kurd hate lidarxistin, bû nîşaneya xurt a piştevaniya bi Rojava re.
 
Çalakî li pêşiya Frankfurt Hauptbahnhof (Stasyona Trenê ya Navendî) dest pê kir.Bi deh hezaran ciwan Kurd, jin, enternasyonalîst û dostên Rojava bi  alên Rojava, pankartên "Jin, Jiyan, Azadî" û pankartên ku êrîşên HTŞ'ê şermezar dikirin li qadê kom bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
 
LONDON
 
Li paytexta Îngilistanê Londonê, bi hezaran Kurdistanî li dijî êrişên li ser Rojavayê li Qada Trafalgar a navdar kom bûn. Enternasyonalîst, rêxistinên çepgir ên şoreşger û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk jî beşdarî çalakiya Kurdistaniyan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Hands off Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Terorîst Colani”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.
 
Zarokên Kurd di çalakiyê de helbest xwendin û hunermendan bi hev re sirûda, “Ey Reqîb” û strana “Şervano” gotin. Li ber sirûûda Ey Reqîb, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
 
Jinên Kurd li dijî qutkirina keziyê şervaneke jin a li Reqayê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve, bi awayekî rêz porên xwe kirin kezî.