Kurdistana Federe ji bo Rojavayê li ser pêyan e

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistana Federe xwepêşandanên li dijî êrişên li ser Rojavayê berdewam dikin.

 
Li herêmên cuda yên Herêma Kurdistana Federe, êrişên li ser Rojavayê ên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin hatin protestokirin.
 
SILÊMANÎ
 
Li Silêmaniyê îro jî bi tevlîbûna hunermend, çalakvan, nivîskar, mamosteyên olî û girseyek zêde ya ji jin, ciwan û xwendekar meşek girseyî ya ji bo piştgiriya Rojavayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Orkestraya Newa gelek stran û sirûdên neteweyî pêşkêş kir.
 
Hunermend Belên Faris di çalakiyê de axivî û got: “Çand nasnameya me ye, niha çeteyên Şera û dewleta Tirk dixwaze nasnameya me tine bike. Ji bo wê em Orkestra Newa cihê xwe di çalakiyê de girt. Me careke din piştrast kir ku em li gel xwişk û birayên xwe yên Rojava ne.”
 
Hunermend Mîr Ekber jî axivî û got: “Îro bi deng û sirûdan tevlî çalakiyê bûn. Ji ber ku Rojava dayîka Kurdane. Dilê me li gel wane. Yekane daxwaza me bicihanîna mafê rewa ya gelê Kurd e.”
 
Di dema xwepêşandanê de ala Herêma Kurdistana Federe hat hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Gelê Kurd Yek e" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Her wiha pankart û wêneyên keziyan hatin hildan.
 
RANYA
 
Li bajarokê Serûçawa yê girêdayî navçeya Ranya ya bi ser Îdareya Serbixwe ya Raperînê, li dijî êrişan li ser Rojavayê Kurdistanê û gelê wê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşa ku bi sedana ciwan, jin mêr tevlî bûn de, dirûşmeyên "Kurdistan Yek e", "Bijî Berxwedana Rojava" hatin berzkirin û bêdengiya navneteweyî ya li dijî erişan bi tundî hat şermezarkirin.
 
Xelkê deverê di meşê de dan zanîn ku gelê Kurd sînorên di dest hatî kişandin yên nikarin îradeya gelê Kurd parçe bikin, Kurd yek in. Her wiha hat gotin: “Berxwedana Rojava, berxwedana hemû gelê Kurde. Lewra li ser her Kurdekê ferz e ku li dijî van êrişên hovane, egera komkujiya gelê Kurd rabe ser piyan û ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê çi ji destê wan tê bikin.” Xelkê Dihokê bi armanca piştgirîkirina berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî lidar xist. Di meşa ku li navenda bajar hate destpêkirin de, hate xwestin ku dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê demildest were rakirin."
 
DIHOK
 
Li navenda bajarê Dihokê, gel ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê û şermezarkirina êrişên bi armanca qirkirina gelê Kurd yên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê, daket kolanan û meşeke girseyî li dar xist. Xelkê Dihokê bang li her Kurd û dostên wan kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û êrişên li ser tevayî Rojavayê Kurdistanê rabin ser piyan û tişta ji destê wan tê bikin. Beşdarên meşê dirûşmeyên neteweyî berz kirin û tekez kirin ku erkê her Kurdekî ye ku di vê qonaxê de piştgiriyê bide destkeftiyên Rêveberiya Xweser. Her wiha wan bang li civaka navnetewî kirin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku êrişên xwe yên li ser sivîlan rawestîne.
 
Di meşê de peyama “Heta ku xwişk û birayên me di bin gefên çeteyan de bin, emê li kolanan bin. Ji ber ku parastina Rojava tê wateya parastina rûmeta hemû gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê" hat dayîn.
 
MEXMÛR
 
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi kom 180’an û di roja 920’an de didome. Dewrgirtina çalakiyiyê nobedê li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 179’an ve çalakvanê bi navê Seîd Çomlek axivî.
 
Seîd Çomlek di destpêka axaftina xwe de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîranî û wiha got: “Pêwîst e em wek gelê Kurd Hemû derfetên xwe yên xebatê ji bo azad kirina Rêber Apo pêşbixin. Ev demek dirêj li Mexmûrê çalakiyek ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpê kirin. Heta em Rêbertiya xwe di nava xwe de azad ne bînin emê dest ji çalakiyên xwe bernadin. Em hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên lidarxistin silav dikin.”
 
Seîd Çomlek bal kişand ser êrişên li ser Rojava û wiha pêde çû: “Wekî tê zanîn ev demek dirêj êrişek hovan li hemberî gelê yê Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê rastî komployek navdewletî hat. Civaka Rojavayê Kurdistanê ev bêbextî heqne kiribû. Em bi hêza gelê xwe û şervanên gelê Kurd bawerin ku çawa di sala 2014’an de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi serkeftin, wê îro jî vê çalakiyê biserbixin.”
 
Di merasîma dewrgirtinê de dirûşmeyên "Bijî Serok Ap", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Bexwedan Rojava" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.