Gel li Dêrikê tabûra leşkerî ava kir
- Rojane
- |
- 24 Çile 2026 22:32
- |
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Dêrika Rojavayê ku seferberî lê hat ragihandin, gel ji bo bersivdayîna êrişan avakirina tabura leşkerî ragihand.
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî Rojavayê berdewam dikin. Ligel vê, gel li dijî van êrişan parastina xwe zêde dike. Gelekan li ser bangên seferberiyê xwe çekdar kirin. Li Dêrika Rojavayê jî, gel ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel avakirina tabûra leşkerî ragihand.