Parêzvanên Siwêdayê 2 dronên HTŞ-DAIŞ’ê xistin
- Rojane
- |
- 24 Çile 2026 21:14
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê li eniya bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê 2 dronên HTŞ-DAIŞ’ê xistin.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê daxuyand ku hêzên hikûmeta demkî hewl da bi 2 dronan êrişî eniya bakurê rojavayê bajêr bikin, hêzan beriya dron bigihînin armancên xwe xistin. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got: "Yekîneyek ji hêzên me saet di 17.30ˊan de 2 dron, beriya bigihînin armancên xwe, li eniya bakurê rojavayê bajêr xistin."
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê got: "Em ê bi tundî li dijî her binpêkirinek hêzên hikûmeta Şamê ya terorîst bersivê bidin, da ku ewlehî û aştiya şêniyên me misoger bibe."