Dê ji bo Selîm Sadak merasîm bê lidarxistin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Siyasetmedar Selîm Sadak ku jiyana xwe ji dest da, wê sibê li Ilsfeldê merasîm were lidarxistin.
 
Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak duh li bajarê Heilbronnê yê Almanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê ku ev demek dirêj bû dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Selîm Sadak dê sibê li Salona Dawetê ya Can a li Ilsfeldê merasîma cenaze were lidarxistin.
 
Merasîma ku ji aliyê Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL), BW û BAYERN’ê ve bê lidarxistin, wê ji bo gelê Kurd û dostên wan vekirî be. FED-GEL’ê diyar kir ku ew ji ber wefata Sadik pir xemgîn in û bang li her kesî kir ku tevlî merasîmê bibin.