NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kes li Atinayê bi meşekî girseyî êrişên li ser Rojavayê, dorpêçkirina Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû protesto kirin.
Li paytexta Yewnanîstan Atinayê, bi sedan kes bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atinayê, li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên i aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê, protesto kirin. Meşa ku îro di saet 15:00’an de li Qada Syntagma dest pê kir, heta Konsolosxaneya Tirkiyeyê dewam kir. Tevî Kurdistaniyan, çepgir, anarşîst û şoreşger tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan Yek Welat e” hatin berzkirin. Di tevahiya çalakiyê de bi dirûşmeyên Yewnanî jî peyamên piştevaniya navneteweyî hat dayîn.
Di axaftinên meşê de, êriş û komkujiyên ku ji serê meha Çileyê ve li seranserê Sûriye û Rojavayê li ser Kurdan tên kirin, hatin teşhîrkirin. Bi taybet îşaret bi dorpêça li Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû li ser Rojava hate kirin. Her wiha alîkariya leşkerî, siyasî û qadê ya Tirkiye û hêzên navneteweyî ji bo HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter, bi gotinên tund hatin rexnekirin.
Di axaftinên li ser navê Nûnertiya PYD’ê ya li Atinayê, KEFRA, Însiyatîfa RiseUpForRojava, DKP-BOG û REXIWI Ewropa de êriş û gefên komkujiyiê hatin şermezarkirin û îşaret bi girîngiya piştevaniya bi gelê Kurd re hate kirin. Axaftvanan bang li saziyên navneteweyî kirin ku tavile dev ji hevkariya van sûcan berdin.
Di tevahiya meşê de hate diyarkirin ku statuya Rojava ji bo Kurd û dostên wan “xeta sor” e û banga tavile rawestandina êrişan hat kirin. Çalakkî li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.