AMED - Siyasetmedarê Kurd Nîzamettîn Toguç diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê daxwaza gelê Kurd e û got: "Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza hemû gelan e. Ji bo mitînga 25'ê Çileyê xurt pêk bê, divê hemû gel beşdarî vê mîiîngê bibe."
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin didome. Li aliyê din komên paralîmîter ên girêdayî Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên Kurdan û li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrîşan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 25'ê Çileyê de mitînga "Hêvî û Azadiyê" pêk bîne. Ji mitînga ku li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin re 4 roj man. Bang û amadekariya mitîngê didomin. Siyasetmedarê Kurd Nizamettîn Toguç nirxandin kir.
TIRKIYE KURDAN ÎNKAR DIKE
Toguç, diyar kir ku li ser gelê Kurd polîtikaya înkar û tunekirinê didome û wiha got: "Heke li çar parçeyên Kurdistanê statuya gelê Kurd tune be, ev sedema serhildanan e. Dewleta Tirk êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike. Li aliyekî dibêje Kurd hene, li aliyê din êrîşî wan dikin û wan di zagonan de qebûl nakin. Divê bi lez dest ji vê înkarê berdin. Di ser pêvajoyê re zêdeyî salekê derbas bû, lê heta niha dewletê tu gavên şênber neavêtiye. Niha bi sedan girtiyên nexweş hene. Bi deh hezaran girtiyên siyasî hene û nayên berdan. Pakêtên darazê hatin derxistin. Lê girtiyên sûcê mafya girtine jê sûd girtin."
‘ZIMANÊ ŞER DERXISTIN PÊŞ'
Toguç, da zanîn ku hin weşanên ku qaşo muxalefetê dewletê ne, zimanê wan li dijî ruhê pêvajoyê ye û got: "Pratika çapemeniya wan a li Helebê dilê mirovan dixelîne. Rewşa şermê ye. Kurdan erka xwe pêk anî. Dewletê yek gav jî neavêt. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşînek topyekun bê meşandin. Lê dewlet dijminantiya Kurdan dike. Hişmentdiya DAIŞ, HTŞ û El Qaîdeyê yek e. Divê ne tenê gelê Kurd, divê hemû gelê cîhanê li azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd xwedî derkeve. Li gorî hiqûqa navdewletî divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Divê wekî Mandela azad bibe. Ji bo mitînga bi daxwaza mafê hêvî û azadiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê her kes beşdar bibe ku dê di 25'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Ji bo şeref, rûmet û mafê hêviyê divê her kes beşdarî mitîngê bibin."
MA / Fethî Balaman