Meclisa Welatiyên Başûrî diçe Rojava

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Welatiyên Başûrî ku dê li ber avahiya kampusa Zanîngeha Silêmaniyê kom bibe, dê ber bi Rojava ve bi rê keve. 

Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Gelê Kurd û dostên wan li gelek deverên cîhanê li dijî êrişan daketin qadan. 
 
Welatiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê jî li gelek bajaran daketin qadan û piştevanî da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Meclisa Welatiyên Başûrî ku dê saet di 13.00’ê de li pêşiya kampusa Zanîngeha Silêmaniyê kom bibe, dê ber bi Rojava ve bi rê keve. 
 
‘DIVÊ TEVAHIYA GEL BIÇE WÊ DERÊ’
 
Meclisê, di vê çarçoveyê de daxuyaniyek da û da zanîn ku dê saet di 13.00’ê de bicivin û ber bi Rojava ve bi rê kevin. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Silêmaniyê û başûrê Kurdistanê hate kirin ku berê xwe bidin Rojava.