Jinan piştgirî dan Rojava: Em ji bo parastina destkeftiyan amade ne
- Jin
- |
- 20 Çile 2026 11:27
- |
ÎZMÎR - Jinên li Îzmîrê bertek nîşanî êrişên ser Rojava dan û gotin: “Em ji bo parastina destkeftiyên jinan amade ne. Heke jin bibin yek û di heman rê de bimeşin, dê DAIŞ bi wan nekare.”
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê ji 6’ê Çileyê ve berdewam in. Bertekên li dijî êrişên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin û niha li tevahiya herêmên Rojava berbelav bûyî her ku diçe mezintir dibin.
Jinên li Îzmê, diyar kir ku hewceye destkeftiyên li Rojava bên parastin û gotin: “Em naxwazin dîlgirtî bin, em azadiyê dixwazin. Em Kurd bibin yek û piştevaniya hev bikin. Em amade ne ku destkeftiyên jinan ên li Rojava biparêzin. Heke jin bibin yek û di heman rêyê de bimeşin, DAIŞ bi wan nikare.”
MA / Ûgûr Boztaş