Êriş li berxwedana şervanên HSD û YPJ’ê qelibî
- Rojane
- |
- 20 Çile 2026 09:39
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên HTŞ, DAIŞ û yên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê êrişî gundên Kobanê û Hesekê kir. Di bersiva HSD û YPJ’ê de komên çete derbên giran xwarin.
Berxwedana HSD û YPJ’ê ya li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e. Di tevahiya şevê de HSD û YPJ’ê bersiv dan êrişên komên paramîlîter.
Li Kobanê piştî pevçûnên dijwar, êrişên ser navçeya Çelebiyê hatin têkbirin. Di encama bersivdayîna şervanan de 6 wesayîtên komên paramîlîter hatin îmhakirin. Komên windahiyên mezin dan, xwe vekişandin Eyn Îsayê.
Li herêma Tişrînê jî pevçûnên dijwar qewimîn. Konvoyên êrişkaran 5 caran hedef hatin girtin. Di encama pevçûnan de gelek endamên komên paramîlîter hatin kuştin.
Pevçûnên li çolterê Sirrînê jî berdweam in.
Li çolterê Hesekê jî pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pevçûnan de herî kêm 7 wesayît, 4 wesayîtên bizirx û 4 dronên komên paramîlîter hatin îmhakirin.