Karasu: Roj roja parastina Rojava ye
- Rojane
- |
- 20 Çile 2026 09:38
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li tevahiya gelê Kurd û hêzên pêşverû kir û xwedî li berxwedanê derkevin û got: “Ev êriş ne tenê li ser Rojava ye, li ser tevahiya gelê Kurd e.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û bang li tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê kir.
Karasu ku ji Medya Haber TV'yê re axivî, wiha got: “Ev êriş ne tenê li dijî Rojava ye, li ser tevahiya gelê Kurd e.” Krasu, banga parastina Şoreşa Rojava li tevahiya gelê Kurd û hêzên pêşverû kir.