AMED -Wekîla DEM Partiyê Adalet Kayayê got ku êrişên ser Bakur û Rojhilate Sûriyeyê encama polîtîkayên şer e û got ku rêya çareseriyê jî başkirina şert û mercên azad ên Abdullah Ocalan e.
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 25'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga "Hêvî û Azadî" li dar bixe bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kayayê, der barê mîtîngê de bal kişand ser şerên li Rojhilata Navînê yên berdewam û destnîşan kir ku çareseriya van şeran di bidestxistina azadî û şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan de ye.
Adalet Kayayê diyar kir ku geşedanên dawî careke din hewcedariya aştiyê nîşan dane û got ku li her çar perçeyên Kurdistanê bi piştgiriya hêzên modernîteya kapîtalîst polîtîkayên li ser wêrankirin, şer û tunekirinê tên meşandin. Adalet Kayayê got: "Dema ku em ji bo azadiya gelan û aştiyeke birûmet têdikoşin, dewlet şer kûrtir dikin û mirovan neçarî koçberiyê dikin."
‘NAVNÎŞANA AŞTIYEKE BIRÛMET ABDULLAH OCALAN E'
Adalet Kayayê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan navnîşana aştiyeke birûmet ji bo vê herêmê û cîhanê ye û got: "Birêz Abdullah Ocalan tekane rêber e ku formuleke jiyana hevpar, wekhev û bi hev re ji bo gelan pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê, ji bo ku pêvajoya danûstandinan bi awayekî saxlem bimeşîne, girîng e ku ew bigihîje şert û mercên xebata azad. Ev gava yekem e ku divê were avêtin da ku şer bi dawî bibe û jiyaneke hevpar were avakirin."
Adalet Kayayê bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Reqayê berhemên heman zîhniyeta şer in û got ku gelê Kurd li her derê daketiye kolanan da ku nerazîbûna xwe nîşan bidin. Adalet Kayayê got: "Ev helwesta ku gelê me nîşan daye pir hêja ye û dê berdewam bike."
‘DIVÊ GAVÊN PÊWÎST BÊN AVÊTIN'
Adalet Kayayê bilêv kir ku divê gavên pêwîst ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest werin avêtin û got: "Tevî hemû israrên me, ji aliyê desthilatê ve tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Lêbelê, pêşveçûna saxlem a pêvajoyê bi pêşbînî û hewldanên birêz Ocalan ve girêdayî ye."
‘EM DI 25'Ê ÇILEYÊ DE DENGÊ XWE RAGIHÎNIN CÎHANÊ'
Adalet Kayayê bal kişand ser girîngiya pêkanîna paradîgmaya jiyana hevbeş a demokratîk a ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û got ku guhertina zihniyetê tenê bi hewldanê dikare pêk were. Adalet Kayayê behsa girîngiya mîtînga ku dê di 25'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kir û got: "Em di zemîneke wiha de ne ku şer, pevçûn û sedsaleke dijminatî dê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê, werin em gavên ku dê zemîna azadiyê fireh bikin berfireh bikin, werin em dengê xwe bigihînin cîhanê. Hikûmetê gavên pêwîst ji bo 'mafê hêviyê' neavêtiye. Em ê di 25'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê peyamekê ji hemû gelan û tevahiya cîhanê re bişînin ku em ê bikin ku ev desthilat tevbigere."