* Siyasetmedarê Kurd Nîzamettîn Togûç diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan ne tenê daxwaza Kurdan e, ya gelên cîhanê ye jî û banga beşdarbûneke xurt ji bo mîtînga ku dê di 25'ê Çileyê de bê lidarxistin kir.
* Rêveberê OHD'ê Mehmet Alî Aslan diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Siwerekê di hucreyên yekkesî de tên girtin, di dema veguhestina nexweşxaneyê de lêgerîna li hundirê dev li wan tê ferzkirin, hevdîtinên malbatê pêk nayên û serbestberdan bi awayekî keyfî tên astengkirin.
* Mele Kasım Yîgît û Mele Saît Ozdemir, bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: "Projeya Rojavayê, mîna Peymana Medîneyê ye. Ji bo vê projeyê bifetisînin êriş dikin."
* Akademîsyen Peter McLaren, êrişên HTŞ'ê yên li ser Helebê nirxand û got ku êriş ne tenê van taxan lê pergaleke fikrî ya kûr hedef digire.
* Wekîla DEM Partiyê Adalet Kayayê got ku êrişên ser Bakur û Rojhilate Sûriyeyê encama polîtîkayên şer e û got ku rêya çareseriyê jî başkirina şert û mercên azad ên Abdullah Ocalan e.
* Jinan, bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û banga "Xwedî li Rojava derkevin" kir.
* Çalakiya "Nobeta miorvahiyê" ku Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê li dijî êrişên ser Rojava daye destpêkirin dê li avahiya şaxê bidome. (12.00)
* Li dijî êrişên ser Kurdan û jinan ên li Rojava, dê jin li Enqere, Stenbol û Edeneyê daxuyaniyê bidin. (12.30-19.30) ZINDÎ
* DEM Partî dê civîna heftane ya Meclisê,bi tevlibûna Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dar bixe. (13.00) ZINDÎ
* Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê dê li dijî êrişên HTŞ û DAIŞ'ê yên li dijî Rojava bi meşek girseyî bê protestokirin. (14.00) ZINDÎ
* Çalakiyên protestoyî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrişên ser Rojava tên lidarxistin dê bên şopandin. (14.00-19.30)