YPG-YPJ: Em ê destkeftiyan biparêzin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - YPG-YPJ ku daxuyand li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konsepta qirkirinê tê pêkanîn, got: "Em ê bi hemû hêza xwe gelê xwe û destkeftiyên ku me bi berdêlên mezin bi dest xistine biparêzin." 
 
YPG'ê di hesabê xwe yê fermî de li dijî êrişên HTŞ'ê û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê destkeftiyên ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin biparêzin. 
 
Di daxuyaniya YPG’ê de ev tişt hatin gotin: "Divê her kes di nav têkoşîna ku em bi navê mirovahiyê dimeşînin de cihê xwe bigire. Ev du hefte ne, li dijî gelê Rojava konseptek qirkirinê tê meşandin. Gelê me yê berxwedêr ku bi salan li dijî DAIŞ’ê şerkirî niha bi êrişên DAÎŞ’ê re rû bi rû maye. Wek hêzên YPG û YPJ’ê em ê bi hemû hêza xwe gelê xwe û destkeftiyên ku me bi berdêlên mezin bi dest xistine biparêzin. Divê hemû aliyên peywendîdar ji bo parastina mirovahiyê seferber bibin û piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Ev şer ne tenê ji bo Rojava, ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye."