Şandeya Îmraliyê dê sibe daxuyanî bide

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyekî bide.
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê, îro çûn Îmraliyê û bi Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
 
Şande dê sibe têkildarî hevdîtinê daxuyaniyekî nivîskî bide.