Li dijî êrişan li Êlihê meş li Xarpêtê daxuyanî hatin lidarxistin
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên HTŞ'ê li Êlihê meş û li Xarpêtê jî daxuyanî hatin lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Êlihê li Kolana Gulistanê li dijî êrişên taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û meş li dar xistin.
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Êlihê li Kolana Gulistanê li dijî êrişên taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û meş li dar xistin. Di çalakiyê de parlamenterê DEM Partiyê yên Êlihê M. Ruştu Tiryakî, hevserokên DEM Partiyê, DBP, TJA, ARÎ-DER, OHD, ÎHD, MEBYA-DER, TUAY-DER, Egîtîm Sen, saziyên civaka sivîl û gelek kes tev li daxuyanî û meşê bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn pankarta “Rojava ne bi tenê ye, ciwan xwedî li Rojava derdikevin” hilgirtin û meşiyan. Di meşê de dirûmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “HSD gel e gel li vir e” berz kirin.
MEŞ PÊK HAT
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yê Êlihê Adnan Vural destpêkê axivî. Vural himendiya HTŞ'ê û ya Colanî nalet û şermezar kir û got: “Tişta ku li Sûriyeyê tê kirin ne şer e komkujî ye. Armanca hişmendiya HTŞ'ê û Colanî bi tenê hedefgirtina Kurdan e. Li ser vê erdnîgariyê ne bi tenê êriş hene, rûmeta mirovahiyê tê tunekirn. Tişta ku li rojavayê Kurdistanê tê kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Careke din derket holê ku destê HTŞ'ê û Colanî di komkujiyan de heye. Ev hişmendî neyartiya gelan û jinan dike. Rojava di Rojhilata Navîn de dilê hemû gelan ronî dike. Ew der bûye sembola şoreşa jinan û ya rûmetê. Colanî û HTŞ nikarin gelên Sûriyeyê temsil bikin.”
Parlamenter M. Ruştu Tîryakî jî wiha axivî û wiha got: “Gelê Kurd 10 roj in li dijî komkujiyên ku têne kirin derketine kolanan û çalakiya nli dar dixin. Çawa ku em îro derketine kolanan, em ê her roj jî derên û bêjin ‘Bijî berxedana xwişk-biratiya hemû gelan’ û dengê xwe bilind bikin. Gelê Kurd bi salan e li kolanan û li çar aliyên cîhanê dibêjin aştî û azadî. Ji vir heta 10 roj berê jî ev meseleya Helebê tune bû. 2 roj beriya ku Heleb bikeve rojevê jî Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî hevdîtin kirin, dîsa ev tişt nehat rojeva wan. Piştî hevdîtinê êdî ev mesele derket holê.”
Piştî ku daxuyaniyê girse ji Kolana Gulistanê heta parka Yilmaz Guney meşiyan û çalakî li wir bi dawî kirin.
XARPÊT
Rêxistina DEM Partiyê ya Depê, li ber avahiya partiyê êriş şermezar kir. Di daxuyaniya ku tê de pankarta "Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, nayê teslîmgirtin" hate hilgirtin de, Hevseroka DEM Partiyê ya Depê Sema Atalan axivî. Sema Atalanê destnîşan kir ku bi çekên giran hedefgirtina qadên sivîl, li dijî gelên Kurd, Elewî û Ereb "hewlekê aşkera ya tunekirinê ye."