ŞIRNEX – Li Edliyeya Şirnexê polîsê bi navê Î.Y. piştî doza destjihevberdanê hewl da xwe bikuje.
Li Edliyeya Şirnexê polîsê bi navê Î.Y ku li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê peywirdar e, piştî tev li doza destjihevberdanê bû, hewl da xwe bikuje. Polîs, bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Î.Y bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişîna dozê bûye û piştî danişînê di daşîra adliyeyê de bi çeka xwe hewl daye xwe bikuje.
Piştî bûyer qewimin li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil Î.Y rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate hînbûn ku Î.Y bi giranî birîndar bûye û hatiye entubekirin. Xetereya jiyana Î.Y. didome.
