STENBOL - Akademîsyen Louis Lemkow diyar kir ku rêgezên di serdema Yekitiya Sovyetan de derketin holê baş bûn lêbelê bi demê re paşde ketine û got: “Lewma jî ez tev li Abdullah Ocalan dibim. Divê pêvajoya aştiyê jî navneteweyî bibe.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Gelek kesayetên navdar tev li konferansê bûn û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Bi aştî û avakirina civaka demokratîk re em sosyalîzmê jinûve qezenc bikin” hate xwendin.
Ji Zanîngeha Xweser a Barselonayê profeser Louis Lemkow jî tev li konferansê bû û li ser “civakîkirina aştiyê” pêşkeşiyek kir. Lemkow ku li Katalonyayê dijî û li gel tecrûbeyên Efrîqaya Başûr, Îrlanda û gelê Baskê, li ser gelê Kurd jî lêkolînan dike, mijarên di konferansê de derketin pêş ji ajansa me re nirxand.
Bi giştî we serenavên di konferansê de hatine nîqaşkirin çawa dîtin, peyamên bandor li we kir çi bûn?
Ev, konferanseke gelek girîng e û axaftinên pir balkêş hatin kirin. Min li beşdarên cuda guhdarî kir û gelek tiştan hîn bûm. Li gorî min peyam pir zelal e. Ji bo fikrên vê konferansê bi qasî ji dest tê li hemû dinyayê belav bibin, bi taybet jî li gorî min divê navneteweyî bibin. Bêguman têkoşîna Kurdan gelek girîng bû û hêj jî wisa ye. Tişta di peyama Abdullah Ocalan de bandor kirî ev bû; pêşketina fikrên wî, li gorî min ev pir girîng bû. Dinya gelek tevlihev e, pir guherî û li gorî min ew (Abdullah Ocalan) van guhertinan baş fêm dike, baş dinirxîne û xwedî wê zêhnê ye ku li gorî roja me vediguherîne. Ev dahûrandine ne mîna ya 30 sal berê ye. Ev, taybetiyeke pir girîng e, lewma jî li gorî min ev aliyekî wî yê erênî ye. Bi taybet jî li ser wekheviya zayendê û rastiya ka karesata hawîrdorê, çavsoriyê qezencê û kapîtalîzm çiqasî zirarê dide hawîrdorê disekine û ev pir girîng e. Divê em teqez li ser mijara krîza ekolojîk bisekinin û li gorî min ew vê mijarê pir baş dike. Ez keyfxweş im ku ev mijar di danezanê de cih digire.
We di pêşkeşiya xwe ya bi sernavê “Li ser civakîkirina aştiyê” de bi taybet bal kişand ser hunerê. Çima?
Mirov, têkoşîna xwe ya edalet û wekheviyê dikarin bi rêya hunerê ikin. Min xwest balê bikişînim ser rola hunera afirîner a ku aştiyê teşwîq dike.
Ev, peywirekî pir mezin e, ne hêsan e. Ji ber ku karê bicihkirina aştiyê di nava civakê de rastî gelek astengiyan tê. Ji ber pergala em niha tê de dijîn, pirsgirêkên zayendî, çînî, newekheviyên civakî û bêedaletiyê hene. Ev taybetiyên civakên me jî rê li ber aştiyê venakin, zêdetir rê li ber şer vedikin. Lêbelê mafê mirovan heye ku li dijî bêedaletiyan û newekheviyan têbikoşin. Vîzyona domdirêj a mirovan ew e ku di nava civakê de aştiyane bijî. Lewma jî di têkoşînên edalet û wekheviyê de mirov daxwaza vê dikin. Bêguman ev jî dikare bi rêya hunerê were kirin. Min got huner, ji bo wêrekkirina mirovan, aktîvîstên aştiyê û kesên ji bo aştiyê dixebitin rolekî girîng dilîze. Akademî û lêkolîn jî girîng e. Tevgerên civakî, di mijara bidawîkirina şeran û bangên aştiyê rolekî krîtîk lîstine. Lêbelê min xwest bi taybet balê bikişînim ser hêza xeyalkirinê, hunera afirîner a di teşwîqkirina aştiyê de. Di heman demê de hunermend, muzîkjen, resamên xwe fedayî banga aştiyê kirine hene, min xwest vê vebêjim.
Abdullah Ocalan têkildarî sosyalîzmê tesbîteke weke “Sosyalîzma sedsala 20’an weke hemleya şoreşê ya negatîf derket holê lê tiştekî nû nedanî şûna xwe “ dike. Li ser vê tesbîtê gelek nîqaş hatin kirin, gelo hûn çawa dinirxînin?
Her çend rêgezên sereke yên piştî Şoreşa Rûs û Yekitiya Sovyetan derketin holê baş jî bin, pir zêde paşde ketin û li gorî min di hedefên xwe yên sereke de ser neketin. Lewma ez jî tev li dibim.
Gelo hûn têkildarî gotina “Dema em Marksîzm û sosyalîzma reel rexne dikin, weke sosyalîstekî tişta em hîs dikin xwerexnekirin e” hûn çi dibêjin?
Li gorî min Marx ramangêrekî pir girîng e. Lêbelê di heman demê de Marx di nav xwe de hinek bi nakok bû. Marx ê ku di ciwaniya xwe de di nava kevneşopiya felsefî de û Marxê piştre ne wek hev bûn. Di nivîsên xwe de gelek caran gotinên wî hev nagirin. Bêguman di serdema wî de fêmkirina aborî û civakê pir zehmet bû. Ji bo dahûrandinên niha gelek amûr di destê me de hene û wê demê derfeta wan nebû. Lêbelê weke ramangerek, kesayetekî pir girîng e. Û bêguman têgeha xwerexnekirinê pir girîng e. Di her dahûrandinên civakî yên cidî de xeletî dikare hebin, dibe ku xeletfêmkirin çêbibin û dibe ku têkildarî çawaniya xebitîna civakê mirov nekare nêrîneke tam bi dest bixe.
Ez tev li nêrîna ku dibêje ji destpêka Şoreşa Pîşesaziyê ve krîza ekolojîk tune bû, nabim. Li Ingilistanê û piştre jî li herêmên cuda yên Ewropayê zirareke mezin gihişt hawîrdorê û bandoreke mezin li ser beşa herî neparastî ya civakê kir. Li gorî min ne Marx lêbelê Engels têkildarî xerabûna hawîrdorî ya di dema Şoreşa Pîşesaziyê de gelek tişt gotibû. Ev jî şermezarkirina zirara kapîtalîzma endustriyel dê bide hawîrdorê bû. Bêguman krîza ekolojîk niha gelek kûrtir bûye. Guherîna avhewayê heye, krîza curbicûriya biyolojîk, zêde bikaranîna çavkaniyan heye û ev tevek jî rê li ber krîzeke ekolojîk a dramatîk vedike. Weke şexs ez jî di vê mijarê de dixebitim. Di Enstîtuya Zanista Hawirdorê û Teknolojiyê de dixebitim û mijara min jî tam jî lêkolînkirina têkiliya di navbera hawîrdor û civakê de ye. Behskirina krîza ekolojîk teqez rast e lêbelê pêşengên vê hene, mînakên vê yên di dîrokê de mayîn hene, lêbelê xwezaya krîza ekolojîk îro cuda ye.
Abdullah Ocalan dibêje ku dîroka civakî tenê bi têkoşîna çînî nayê îzehkirin û dibêje “Beriya çînê, divê mirov li dîroka bindestan ên bi perspektîfa komunê binêre.” Hûn vê tespîtê çawa dinirxînin?
Newekhevî ne tenê girêdayî çînê ne. Ev, aliyek e. Ocalan jî hem berê hem jî niha ev yek bi awayekî sîstematîk aniye rojevê. Lewma jî li gorî min ev pir girîng e.
Heke em li meseleya têkoşîna çînî binêrin; avadaniyên çînê yên niha, ji serdema Marx heta niha gelek guherîn. Li gorî min, di nava civakê de li derdora meseleyên edalet û wekheviyê, qadên din ên pevçûnê jî hene û newekhevî ne tenê têkildarî çînê de ne. Ev aliyek e û ya din jî newekheviya zayendî ye ku belkî jî bingehan van tevan ev be. Ji berê ve ye Ocalan jî vê bi awayekî sîstematîk tîne rojevê. Lewma jî li gorî min ev pir girîng e. Tevgerên civakî yên guherînên ekolojîk, hawîrdorî, têkiliyên zayendî daxwaz dikin derketine holê. Li gorî min pirsgirêkên çînî hêj berdewam in lêbelê ne mîna berê ne. Dibe ku berê hinek hêsantir bû lê niha hinek tevlihev in.
Pirsgirêka pênasekirina bê ka rêxistin û saziyên siyasî yên esasî yên civakê çi ne... Li gorî min bersiva vê pirsê pir zehmet e. Bawerim em tevek jî zêdetir bi saziyên siyasî yên nêzî gel re eleqedar in. Bêguman ev jî şaredarî ne, komun in. Ji bo refah û piştevaniya bi mirovan re em îro çiqas nêzî gel bin, fêmkirina pirsgirêkan û diyarkirina polîtîkayên di vê mijarê de jî ewqas hêsan dibin. Lewma jî tê fêmkirin ku asta şaredariyê, asta komunê, astên kesên cuda girîng e. Wekî di mînaka Tirkiyeyê de jî tê dîtin, di dewletên pir zêde navendî de pirsgirêk heye. Spanya jî dewletekî navendî ye, hinek raye dewr kiriye lêbelê hêj jî têr nake.
Hûn ji bo pêşniyara “Di vê pêvajoyê de rêbaza sereke, materyalîzma diyalektîk e” çi dibêjin?
Esasên materyalîst, ji bo nirxandinên civakî girîng in. Nêzikatiya Marksîst a kevneşop li binesaziya aboriyê dinihêrt. Ev, ji vê hêj tevlihevtir e û li gorî min, hawîrdor ji bo fêmkirina guhertinên di civakê de yek ji hêmayên sereke ye. Bêguman pêwendiyên di navbera lîstikvan û aktorên cuda yên di nava civakê de pir girîng e. Fikra jiholêrakirina hev, divê ne mijara esasî ya hedefa me be. Li şûna dayina zorê, li gorî min têgeha hevkariyê girîng e.
Li gorî we dê avakirina “Aştî û Civaka Demokratîk” çawa bibe?
Ev konferans tam jî têkildarî şêweyê avakirina civaka demokratîk bû. Demokrasî, di heman demê de têkildarî vegotina pêwendiyên di navbera pêkhate û derdorên cuda yên civakê de jî ye. Gelek rêbazên kirina vê hene. Ev ne tenê têkildarî dengdanê ye. Bêguman dayina dengan û nûnertiya beşeke mezin a gel girîng e û pêwîst e. Lêbelê ji bo pêşxistina demokrasiyê rêyên din jî hene. Ev jî tam têkildarî dîtina qadê guftûgoyê ye. Heta di nava civakê de diyalog nebe dê aştî çênebe. Lewma jî ji bo destpêkê diyalog yek ji xalên sereke ye.
Di mijara çareseriya meseleya Kurd de çi girîngiya piştgiriya navneteweyî heye?
Li gorî min piştgiriya navneteweyî pir girîng e. Min behsa çalakiyên li dijî Şerê Vîetnameê, yên li dijî rejîma Apartheîdê kir. Piştevaniya navneteweyî pir girîng e. Ez nabêjim têkoşîn bi vê tê qezenckirin lê rolekî girîng dilîze. Yek ji sedema tevlibûna me ya çalakiya li vê derê, navneteweyîkirina pêvajoya aştiyê ye. Ev yek dê gelek serkeftîtir be. Di mînaka Katalonyayê de, ez rexnedayînê didim wisa dibêjim, di mijara tayînkirina qedera xwe de me nekarî mijarê baş navneteweyî bikin. Me nekarî karekî baş bikin û li gorî min tişta niha hûn dikin gelek rast e. Li gorî min ev dê şensê serkeftinê zêdetir bike.
Gelo aştiyeke mayinde dê çawa pêkan be?
Aştiya mayinde, pirsekî pir mezin e... Aştiyeke mayinde pir zehmet e. Em aştî û domdariyê dixwazin. Gelo em ê vê çawa misoger bikin? Li gorî min pirsgirêk û mekanîzma hene. Navbeynkarî, guftûgo, bikaranîna têkiliyên fermî û nefermî yên navneteweyî dikarin bi rolekî rabin. Bêguman misogerkirina vê zehmet e.
MA / Bêrîvan Altan - Hîvda Çelebî
