Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye

  • rojane
  • 09:55 7 Kanûn 2025
  • |
STENBOL - Endama MYK’a DEM Partiyê Îlknûr Bîrolê bal kişand ser konferansa partiya wan li dar dixe û got: “Îro em ne di dema temaşekirinê, di dema nivîsandina dîrokê de ne.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Konferans, di roja duyemîn de ye. Beşdarên konferansê, peyamên derketin pêş nirxand. Prof. Cîhangîr Îslam, diyar kir ku konferans ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê destpêkeke girîng e û eleqeya ji bo konferansê weke nîşaneya hêvî û daxwaza ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand. Îslam, got: “Ev tişt cihê keyfxweşiyê ne. Tişta dikeve ser milê siyasetmedaran jî ew e ku bi lezgînî bersiva vê bidin.” 
 
Bi domdarî Îslam îşaret bi tecrûbeyên şer-çareseriyê yên di konferansê de hatin parvekirin û got: “Li her devera cîhanê pêvajoyên mîna li Tirkiyeyê û yên hêj girantir qewimîne. Dîrok bi van hatiye tijekirin. Ev pirsgirêk ji hêla mirovan ve hatin derxistin û dê ji hêla wan ve bên çareserkirin. Bi demê re binhişekî xelet ava bû, her kes yên din cuda û newekhev dibîne. Bingeha xwe jî ji vê digire. Hûn Xezeyê dibînin, di salên 90’î de me Bosna dît. Me Iraq, Misr dît. Dema em van tevekan danin ser hev, yên ku dê çareser bikin em in. Pirsgirêk ne gel in, gel ne dilxwazin şer in lê ji ber mejiyeke xelet hatiye avakirin, ev encam derdikeve. Heke em gel bi destên hev bigirin, em ê bikarin van çareser bikin.” 
 
Îslam, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê jî weke peyameke “çêker” nirxand û got: “Ev, destpêkek e. Hêvîdarim di pêvajoyê de civak ji hêla hiqûq û siyasetê ve dest bi rêwîtiyeke cuda bike.” 
 
'GELEK DERSÊN BÊN GIRTIN HENE’
 
Endama MYK’a DEM Partiyê Îlknûr Bîrolê jî got dê peyam û tecrûbeyên di konferansê de hatine parvekirin ji bo pêvajoyê sûdewer bin û got: “Di vegotina van tecrûbeyan de jî aşkera bû ku pêvajoyên şer-çareseriyê di yekcarê de çareser nabin. Pêvajoyên wiha dirêj û bi nexşerêyên watedar dikarin pêş bikevin û bi ser kevin. Gelek dersên dikarin bên girtin hene.” 
 
‘NEXŞERÊYA ÇARESERIYÊ, TÊKOŞÎN E’
 
Îlknûr Bîrolê anî ziman ku di konferansê de hesta avakirina modela civaka nû ya li ser bingeha wekheviyê derketiye holê û nexşerêya vê jî têkoşîn e. Îlknûr Bîrolê, wiha domand: “Mirov dikare bibêje peyama birêz Ocalan, nivîseke berhevkirî yên peyamên heta niha hatine parvekirin e. Rê nîşan da. Ji bo aştî çêbibe divê çi gav bên avêtin, dê vî karî çi hêsan bike, di vê mijarê de xalên girîng hebûn. Birêz Ocalan, aştiyê û civaka demokratîk bi hev re tîne ziman. Ji hev cuda nake û dibêje ku ev rêwîtiyeke, têkoşîn e û jinûveavakirinek e.” 
 
'DIBÊJE KU TÊKOŞÎNEKE JINÛVE PÊWÎST DIKE’ 
 
Di berdewamê de Îlknûr Bîrolê anî ziman ku Abdullah Ocalana dibêje ku hewceye zîhniyeta xwe ji şer û pevçûnan xweyî dike were tunekirin û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de ev şikestinekî îdeolojîk e û vê pêşniyarî hemû civakê dike. Vê ne tenê bi gotinê, dibêje u rêxistinkirina wê, jinûveavakirina wê jî bi têkoşînê dibe. Pêşniyar dike ku vê pirsgirêka veguhastiye ser zemîna Meclisê, ji hêla hiqûqî û rewatiyê ve jî were misogerkirin û gav bên avêtin. Soza asoya pêşerojê dide civakê. Pêwîstiya jiyaneke wekhev, azad û mirovane jî bi sosyalîzmê tîne ziman. Bêguman di sedsala 21’an de zemîna nîqaşeke dewlemend jî pêşkeş dike.” 
 
'RÊWÎTIYEKE NÛ DEST PÊ KIR’
 
Îlknûrê Bîrolê, got: “Hêvîdarin ku di vê meseleyê de êdî çek ji dewrê derkevin, zemîna demokratîk xurt bibe, kesên têkoşîna çekdarî didin tev li siyaseta demokratîk bibin û ji bo vê rê were vekirin. Erkekî girîng dikeve ser milê meclis, siyasetmedaran. Lê erka herî girîng dikeve ser milê gel. Dema civakê got ‘wiha na dome’, wê demê guherîn dibe. Di rêya aştiyê de hewceye civak ji têkilî û mekanîzmayên rê li ber nefretê vedikin bên rizgarkirin. Pêvajo wê demê dikare pêş bikeve. Karê sosyalîst û şoreşgeran jî ew e ku vê her tim bînin bîra civakê. Di roja me de êdî divê dîrok neyê temaşekirin, dîrok were nivîsandin. Rêwîtiyeke zehmet e, dê sibe jî neqede. Guherîn û veguherîna civakê dem dixwaze. Rêwîtiyeke dirêj dest pê kiriye. Ji her kesî re serkeftinê dixwazin.” 
 
Bêrîvan Kaya ku ji bo şopandina konferansê hatibû jî got: “Me li tecrûbeyên cîhanê guhdarî kir. Hema hema li her derê pêvajo zehmet derbas bûne. Heman tişt jiyane. Tenê ya me hinek dirêj ajotiye. Lê hêviya min heye. Pêşketineke baş heye lê divê her kes şefaf be. Divê agahiyên rast bên parvekirin. Ji ber ku aştî tiştekî gelek biqîmet e.” 
 
MA / Bêrîvan Altan - Hîvda Çelebî 

Sernavên din

15:37 Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî: Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye
15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
14:53 Şîn û mewlûdên ji bo PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:39 Demîrtaş: Ev pêvajo ne parçebûnê, dê yekitiya birûmet pêk bîne
Fîgen Yuksekdag: Deriyên serdemeke nû hatin vekirin
14:38 Li Mêrdînê cade di bin avê de man
14:37 Prof. Paech: Hebûna Kurdan û kêmaniyan divê bi mafên kolektîf were parastin
14:06 Rûniştina 2’yan a ‘Konferansa Navneteweyî’ dest pê kir ZINDÎ
13:10 Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand
10:29 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê bi axaftinan didome
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
09:15 Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
09:08 Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin
09:04 Navnîşana sînemaya azad
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve