DÊRSIM - Danişîna doza S.K. ku êrişa zayendî li zaroka 12 salî kiribû û dayika zarokê ku tê îdiakirin ji bo êrişê alîkar bûye, hate taloqkirin.
Li navçeya Pertagê ya Dêrsimê kesê bi navê S.K. gefa weşandina dîmenên jina bi navê S.Ç. li zaroka xwe ya 12 salî xwar û tacîza zayendî lê kir. Piştî tacîza zayendî ya li dijî zaroka 12 salî, dayika zarokê S.Ç. der heqê S.K. de serlêdana sûc kir. Li ser vê yekê bi sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê” doz li S.K. hate vekirin û hate girtin. S.Ç. jî ji ber sûcê “Ji bo îstîsmara zayendî bûye alîkar” hate girtin. Danişîna dozê, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê hat lidarxistin.
Danişîn, girtî hat lidarxistin û daxwaza Baroya Dêrsimê ya tevlibûna dozê hate qebûlkirin.
Dadgehê biryar da ku di danişîna pêş de zaroka niha tê parastin bi beşdariya pedegogan lê were guhdarîkirin, rewşa girtî ya S.Ç. û S.K. bidome û danişîn taloqî 5’ê Adara 2026’an hate kirin.
