MÊRDÎN - Di 9’ê Mijdarê de li Qoserê cerdevanan û tetîkkêşên wan bi çek û çoyan êriş kiribûn û 4 kes birîndar kiribûn. Êrişkar hatin berdan.
Di 9’ê Mijdarê de li Taxa Ersoy a navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber kargehekê ji ber mijara cihê parkkirina wesayîtê nîqaş derket. Kesên di wesayîtê de bi çekan êrişî xwediyên kargehê kirin. Li gorî agahiyên li ber dest, xwediyên kargehê ji ajokar xwestin ku wesayîta xwe li qada parkê ya li jor park bike. Li ser vê yekê, di navbera cerdevanên dilxwaz ên ji heman malbatê K.T., V.T., Î.T., M.A.T. û M.N.T. û xwediyên kargehê nîqaş derket. Piştî welatiyên derdorê ketin navberê jî nîqaş bi dawî bû. Demekî kin piştî bûyerê, tetîkkêşên bi navên L.Ç., K.Ç. û B.Ç. bi çekan hatin ber deriyê kargehê û gule li kesên ber deriyê kargehê reşandin. Piştre jî bi çoyan derb kirin.
Di êrişê de Hasan Sercan, Muharrem Sercan, Rifat Sercan û Sedat Sercan bi guleyan birîndar bûn û bi çoyan hatin derbkirin. Ji birîndaran tedawiya 2 kesan hêj li Mêrdînê didome û 2 kes jî ji ber xetereya ku seqet bimînin, sewqî Edeneyê hatin kirin. Tedawiya birîndaran hêj didome. Di çarçoveya lêpirsînê de gelek kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku kesên binçavkirî piştî îfadeyê hatine berdan.
‘BI DOZGER Û QEYMEQAM RE RÛNIŞTIN Û HATIN BERDAN’
Ji birîndaran Rifat Sercan tiştên bi serê wan hatin vegot û ev tişt anî ziman: “Wesayîta xwe li pêşiya kargeha me park kirin. Me jî jê re got ku qedexeye li wir wesayîtê park bikin û me jê xwest bibin cihê parkê. Li ser vê yekê çêr li me kirin û êriş anîn ser me. Demek piştre jî rageşî xelas bû. Lê demekî kin piştre tetîkkêş L.Ç., K.Ç. û B.Ç. bi çekan hatin û gule li kesên ber kargehê reşandin. Li kesên dixwestin bikevin navberê jî gule reşandin û bi ço yan êriş kirin. Di heman rojê de hatin berdan. Cerdevan in lewma hatin berdan. Heta êvarê bi dozger û qeymeqam re rûdinin. Tevek jî di nav AKP’ê de cih digirin. Lewma hatin berdan. Em nizanin ka dosya çawa hatiye amadekirin.”
MA / Ahmet Kanbal
