NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ku pirsên Fatih Altayli bersivand, anî ziman ku divê dewlet were demokratîkkirin û got: “Demokratîkkirina dewletê ne dabeşbûn e, jinûve sazkirina wê ye.”
Beşa 4’an a hevpeyvîna rojnameger Fatîh Altayli di sala 1997’an de li bajarê Bar Eliasê yê Lubnanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribû, hate weşandin. Di beşa çaremîn a hevpeyvînê de ku li malpera 'Ozgur Duşunceler' hate weşandin, Abdullah Ocalan qala hewldanên aştiyê, lêgerîna muzakereyê û bûyerên siyasî yên wê dewam dike. Ev yek jî nîşan dide ku hîmên bingehîn ên "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a vê demê, hîn di salên 1990'î de hatine danîn.
Ji bo pirsa "Heke metneke ji bo rawestandina rijandina xwînê bê ber we hûn ê mohra xwe danîne binî, hûn ê ji bo aştiyê îmze bikin?" Abdullah Ocalan ev bersiv da:
"Bêguman. Ez ji we re vê dibêjim; em ji bo agirbesteke bêşert amade ne. Niha nûnerên aştiyê ji ku tê bila bê, ji rastgiran jî dibe, ji Îslamiyan jî dibe, ez ê bi rêzdarî pêşwazî bikim. Ez ê bi dil û can wan hembêz bikim. Cih bidim wan. Ji ber ku ev şer ew şer e ku herî zehmet dimeşînim. Ji ber ku şerekî gelekî xetere ye. Şerekî gelekî trajîk e. Şerekî welê ye ku di dîroka cîhanê de mînaka xwe zêde nîne."
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ew Tirkiyeyê dijmin nabîne, lewma şerê ku dimeşîne jê re gelekî bi zehmet tê û têkildarî çareseriyê jî ev tespît kir:
"Dema ku li modela Tirkiyeyê difikirim, ez modela hikumeteke meclîsa federal difikirim. Lê belê min her tim gotiye, divê ji bo Kurdan meclîseke federe ya xweser ava bibe."
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ev yek ne li dijî avaniya unîter a dewletê ya li Tirkiyeyê ye û ji aliyê dewleta unîter ve Elmanya weke mînak nîşan da ku xwedî hikumet û meclîsên federe ye.
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku modelên hîn cudatir jî dikare bibe û got: “Çima nebe. Modela Belçîkayê heye. Her wiha modela Spanyayê heye, modela Ereb, modela Efrîka, Emerîka heye. Gelek model hene. Hûn qala avaniya dewletê ya unîter dikin, lê bi rastî jî hûn tiştekî jê fêhm nakin. We dewlet veguherandine weke pûtekî. Divê dewlet demokratîk bibe. Divê mirov dewletê ji pûtbûyînê rizgar bikin. Divê felsefeya dewlet-bav bê terikandin.
Ev yek mirovan biçûk dike. Divê mirov li hemberî dewletê mirovan mezin bikin. Teza min bi vî rengî ye. Bila dewlet biçûk bibe, mirov mezin bibe. Baş e? Wekî din, bila nêrîna her kesî hebe, lê belê demokrasî ji bo hemûyan hebe. Bila her zayend a xwe be, a nasnameya xwe be. Bila her netewe bi çand, navê xwe hebe. Ma ne demokrasî jî ev bi xwe ye. İllehî unîter, illehî tu ne tiştek e, tu biçûk e. Kî bila mezin bibe, ew dewlet? Gelo ev yek li aqlê mirovan tê? Ma rewşa dewletên pêşketî bi vî rengî ye? Hûn çima ji vê ditirsin. Bi taybetî siyasiyên Tirk çima hinekî asoyê xwe fireh nakin. Bi demokratîkbûna dewletê re, bi formulekirina mirovan, çand, nasname, zayend û çînan re dewlet parçe nabe, lawaz nabe, jinûve ava dibe. Gelo Tirkiye li dijî vê ye? Ez dixwazim vê nîqaş bikim. Hewl tê tayin ku Kurd di nava vê de bi nasnameya xwe, bi mafên xwe yên herî mirovî û demokratîk hebin. Ev tiştekî bedew e. Ji kerema xwe bila Tirkiyeyê vê hinekî fêhm bikin. Gava herî bingehîn a li pêşiya Tirkiyeyê ev e. Ji ber vê yekê ez dest li siyaseta li Tirkiyeyê werdidim. Ev gelekî pêwîst e. Kes ji bo sînorên Tirkiyeyê tiştekî nabêje. Artêş jî divê di vê mijarê de hin tabûyan bişikîne. Şerekî 13 salan ceriband, nekarî me hilweşîne. Dema ku em 30 kes bûn nikarîbû bi me. Ma wê niha karibe? Zêdeyê sed qadên me hene. Li hundir, li derve welê ye. Ne pêkan e, ez bimirim, wê yên ji min xeteretir rabin. Eşkere bibêjim."
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ew ji bo çareseriyê bi hêvî ye û got, "Ji ber ku ez çareseriyê dixwazim.”
