AMED - Bi hezaran kes ji bo guhdarîkirin û temaşekirina peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd kom dibin.
Ji bo guhdarîkirin û temaşekirina peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê ekranên ledê yên mezin hatin danîn. Ji bo guhdarîkirin û temaşekirina banga dîrokî ji bajarên derdorê jî bi hezaran welatiyan berê xwe dan Amedê. Qada Şêx Seîd ji niha ve tije bûye. Welatiyên ku stranên berxwedanê dibêjin, li çepikan dixin, tililiyan diavêjin û dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo” û Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz dikin. Girse, li benda saeta daxuyaniyê ye.
Berfirehiya nûçeyê tê...