NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes ji Dêrsim, Êlih, Rihayê û bajarên din bi strana “Em bernadin vê dîlanê” û bi govendan ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re daxuyaniyê bide. Daxuyanî dê li Stenbolê bê dayin û amadekariyên ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ên li Amedê berdewam in.
Ji bo ku daxuyaniyê bi awayekî zindî li ser ekranên ledê yên mezin ên li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûr a Amedê temaşe bikin, ji Dêrsimê gelek kes bi coşeke mezin ber bi Amedê ve bi rê ketin. Girseyê di otobûsan de strana “Em bernadin vê dîlanê” gotin û govend gerand.
ÊLIH
Welatiyên di danê sibehê de li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê hatin gel hev, kom bi kom ber bi Amedê ve bi rê ketin. Welatiyan stran gotin, govend gerandin û bi kelecaneke mezin ber bi Amedê ve bi rê ketin.
RIHA
Bi sedan welatiyên ji navçeyên Wêranşar, Sêwereg, Hewag, Xelfetî, Pirsûs, Bêrecûk, Curnê Reş, Serêkaniyê û navçeyên navendî yên Rihayê ji bo daxuyaniya dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ketin.