NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê li bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê ekranên ledê bên danîn.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, saet di 17.00’ê de li Stenbolê daxuyaniyê bide. Beriya daxuyaniya dîrokî, dê li bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê ekranên ledê yên mezin bên danîn.
Daxuyanî dê li Parka Azadî li ser ekranên mezin bi zindî bê weşandin.