NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê beriya banga dîrokî ya Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em bang li her kesî dikin ku li navendên civakê bên gel hev.”
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Piştî hevdîtinê jî wê bi saeta Ewropayê 15:00’an û bi saeta herêmî 17:00’an li Stenbolê daxuyaniyê bide.
Ji bo daxuyaniya dîrokî wê li Amed, Wan û Qamişloyê ekranên mezin werin danîn û daxuyanî bi zindî were dayîn. Li Ewropayê jî wê li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ekran werin danîn.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo daxuyaniya dîrokî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCDK-E’yê wiha got:
“Em ji demekî dîrokî ya têkoşîna xwe ya mirovahiyê derbas dibin ku em ji bo azadiyê didin. Rêber Apo tevî ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de ye jî derketînekî şoreşgerî kir û ji bo pêşeroja gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî şer li ser rêya aştiyê, li dijî dîktatoriyê li ser rêya demokrasiyê pêvajoyekî dîrokî dide destpêkirin. Gel bi kelecan li hêviya daxuyaniya dîrokî ye ku ji bo astengiyên li pêşiya azadî û aştiyê werin rakirin, bê dayîn.
Di pêvajoyekî wiha girîng de ku em ji demekî dîrokî re derbas dibin, gelê me divê daxuyaniya ku Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtinê bi saeta Ewropayê 15:00’an bide, temaşe bike û xwedî lê derkeve. Divê gelê me û bi taybet pêşengên têkoşîna me jin li komele û navendên civakî bi hev re temaşeyî daxuyaniyê bikin û wate bidin peyamê.
Divê ev daxuyanî wekî destpêkekî cidî ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bibînin û xwedî lê derkevin. Em di wê baweriyê de ne ku daxuyaniya Rêber Apo di rêya ji bo azadiya jin, gel û bindestan de bibe pêngavek girîng. Divê em bi vê bawerî û biryardariyê sibê hemû bala xwe bidin daxuyaniyê. Gelê me yê li Ewropa, Awûstûralya û Kanadayê dijîn divê li her derê ku lê ne peyama ku wê ji Rêber Apo were li navendên civakî bi saeta Ewropayê 15:00’an bi hev re bi coş bişopîne û ji bo vê divê ji niha ve bang bê kirin. Em bang dikin ku li gorî ruhê daxuyaniya dîrokî li her komele û navendên civakî ekranên mezin danin û ji pêvajoyê re bibin bersiv.”