STENBOL - Dîmenên îşkenceya li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li girtiyê bi navê Musa Adsiz hat kirin ku dozger wan wekî "delîl" nehesibandibûn, derketin holê.
Dîmenên îşkenceya li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê li girtiyê bi navê Musa Adsiz ku dozger wan wekî "delîl" nehesibandibû" derketin holê. Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtiyê bi navê Musa Adsiz di 13'ê Çileya 2021'an de ji aliyê "Tîma Mudaxileya Lezgîn a Girtîgehê" ve rastî îşkenceyê hat û ew xistin hucreya yekkesî. Serlêdana wî ya ji bo rapora îşkenceyê biçe nexweşxaneyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehat qebûlkirin. Adsiz ji ber îşkenceya ku lê hat kirin, li Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê giliyê berpirsyaran kir. Serdozgeriyê ku li ser giliya der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin û îfadeya Adsiz di 6'ê Tebaxa 2021'ê de bi rêya Pergala Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) girt.
Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de qeydên kamerayan ji rêveberiya girtîgehê xwest. Serdozgeriyê di lêkolîna dîmenên pêşkêşkirî de di 31'ê Tebaxa 2021'an de bi îdiaya ku "der barê îdiayên serlêder de delîl kêm in" biryara neşopandinê da.
Adsiz piştî biryara redkirinê, ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Dadgeha Destûra Bingehîn a ku serlêdanê nirxand, hê serlêdan neqedandiye.
DÎMEN WEKÎ DELÎL NEHATIN HESIBANDIN
Lê belê dîmenên îşkenceyê derketin holê ku dozgerî û dadger wan "wekî delîlên têr qebûl nekiribûn". Di dîmenên ku di kamerayên ode û korîdorên girtîgehê de hatin kişandin de tê dîtin ku îşkenceya ku li Adsiz hatiye kirin kêlî bi kêlî hatiye qeydkirin. Di dîmenan de yekem tişta ku xuya dike ekîba gardiyanan a bi navê "Tîma Mudaxileya Lezgîn" bi mertalan li korîdorê xuya dike. Di dîmenan de tê dîtin ku rêveberiya girtîgehê û gelek gardiyan hene û tîm bi xirtûma tefandina êgir berê xwe dide hucreya Adsiz û ava bi şid li ser Adsiz direşîne. Paşê tê dîtin ku Adsiz bi erdê ve tê kaşkirin û ji hucreyê tê derxistin.
Adsizê ku dibin odeya bisînger, îşkenceya lê hat kirin li vir jî didome. Di dîmenên odeya bisînger de jî îşkenceya li Adisz eşkere xuya dike. Di dîmenan de ku gardiyan bi copan û mertalan li Adsiz dixin, Adsiz li ber dîwêr tê asêkirin. Paşê gardiyan ji paş de destên Adisz kelemçe dikin û wî bi wî awayî dihêlin.
Parêzerê Adsiz endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Tahîr Demîrcî bertek nîşanî vê yekê da û got ku nixumandina îşkenceyê sûc e û ew wekî OHD ew ê şopdarê vê pêvajoyê bin.
MA / Omer Îbrahîmoglû