AMED - Hevşaredara Sûrê Gulan Onkolê diyar kir ku ew ê bi Navenda Derûnî û Şêwirmendiya Hiqûqî ya Xwebûna Jinê re xizmetên derûnî û hiqûqî bikin û got: "Em li vir li benda hemû jinên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye."
Şaredariya Sûrê ya Amedê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Deokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de xebatên xwe didomîne. Rêveberiya DEM Partiyê yek bi yek saziyên jinan vedike ku ji aliyê qeyûman ve hedef hatibûn girtin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Sûrê dê di 28'ê Sibatê de "Navenda Şêwirmendiya Derûnî û Hiqûqî ya Xwebûna Jinê" veke.
Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol têkildarî navenda jinê ya ku dê bê vekirin axivî.
Fatma Gulan Onkolê anî ziman ku her çend 8 sal in li Sûrê midûriyeta jinan hebe jî xebat nehatine kirin û bi bîr xist ku ji ber qedexeyên derketina derve yên di salên 2015-2016'an de koçeke zêde pêk hat. Fatma Gulan Onkolê wiha got: “Gelek bandorên derûnî, madî û manewî li ser jin û zarokan çêbûn. Ji ber vê yekê me pêwîstî bi pêşkêşkirina xizmetên derûnî û hiqûqî dît. Me pêwîstî dît ku di çarçoveya xebatên xwe yên bi jinan û daxwazên wan de saziyek wiha vekin. Di lêkolînên jinan ên ku me li taxan pêk anîn de ji 10 jinan 6’an gotin ku ew dermanên antîdepresan bi kar tînin. Li hemberî vê pirsgirêkê pêwîstiya me bi vê xizmetê hebû. Ji ber ku ji bo me rihetiya jinan her tim li pêşî ye."
‘ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN'
Fatma Gulan Onkolê da zanîn ku Navenda Şêwirmendiya Derûnî û Hiqûqê dê xizmeta xwe bi pirzimanî bide û got: “Li Tirkiyeyê bi salan e polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin. Ji ber ku nikarin xwe bi rihetî bi zimanê xwe yê zikmakî îfade bikin, nikarin lênihêrîna tenduristî û piştgirîya qanûnî ya têr wergirin. Li Sûrê polîtîkayên şerê taybet hatin meşandin. Bi qasî ku me di lêkolînên taxan de dît, em ji van rewşan pir bêzar in. Sûr, veguherî cihekî ku jin xwe lê ewle hîs nakin. Ji ber ku em dibînin li vir polîtîkayên şerê taybet hatine pêşxistin, jin û ciwan daxilî nava fuhûşê hatine kirin. Ji ber vê yekê polîtîkaya tecrîdê hatiye meşandin û di heman demê de kolanan baweriya xwe winda kiriye."
Fatma Gulan Onkolê diyar kir ku navend wê hefteyê 7 rojan vekirî be û wiha got: “Jin kengî bixwazin dê karibin xwe bigihînin me. Em ê xeteke telefonê ava bikin da ku bi hêsanî xwe bigihînin navendê. Em dixwazin em jin bibin derman ji hev re, bi hev re bihêz bin. Di vê wateyê de em hemû jinên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye li vir pêşwazî dikin. Em şaredariyeke ku xizmetê ji gel re dike bi xwe ne û em ê her tim ji bo gel xebatên xwe bidomînin. Di vî warî de jin çawa ku şaredariyan wekî mala xwe dibînin divê vê navenda şêwirmendiyê jî wekî mala xwe bibînin.”