ŞIRNEX - Aktivîsta TJA'yê Bêrîvan Kutluyê bal kişand ser fihûışa ku li Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hat kirin û got: "Kesên ku ji wan re tê gotin 'me diparêzin', bêexlaqiyê li civakê belav dikin." Suzan Karagolê jî got: "Polîtîkaya bêcezakirinê dibe sedema zêdekirina sûcên îstîsmarkirina zarokan, êrişa zayendî û taciza zayendî."
Çeteya fihûışê ya ku piştî 11 salan li Şirnexê derket holê, polîtîkayên şerê taybet ên dewletê li bajêr bi awayekî zelal derxistin holê. Di îdianameyê de 124 rûpel e û piştî 11 salan hat amadekirin, bi belge, qeyd û tapeyan tê vegotin ku efser, çawîşên pispor û jinên ji derve anîne fihûışeke çawa hatiye kirin.
Li Botanê ku bi salan e dewlet polîtîkayên şerê taybet dimeşîne, dosyeyên ku ji ber destavêtinên leşker, polîs û cerdevanan hatine amadekirin, bi polîtîkaya bêcezakirinê bi derengî hatine xistin an jî bi awayekî hatin nixumandin.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîvan Kutlu û endama Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Suzan Karagol, li ser polîtîkayên şerê taybet û bêcezakirinê yên li Şirnex û navçeyên wê tên meşandin axivîn.
‘ÊRIŞÊN MEZIN HENE'
Berîvan Kutluyê da zanîn ku dewlet bi salan e li Botanê bi awayekî sîstematîk polîtîkaya şerê taybet dimeşîne û got ku dewlet bi vê yekê dixwaze encamê bigire. Berîvan Kutluyê got: “Botan welatê mirovahiyê ye. Lewma polîtîkayeke şerê taybet a pir xasûk û kûr tê meşandin. Ji ber ku Botan herêma ku herî zêde çand û nirxên xwe yên civakî zindî dihêle bi xwe ye. Dema mirov civakekê ji nirx û axa wê dûr bixe, hilweşandina wê hêsan e. Ji ber vê jî bi taybetî li Botanê polîtîkaya şerê taybet dimeşînin. Êrişên pir giran, şerên pir giran ên derûnî û fizîkî hatin kirin, lê dîsa jî gelê Botanê, jin û ciwan paşde gav neavêtin. Niha jî dixwazin bi polîtîkayên din encam bigirin. Li ser Botanê planên cidî hatin çêkirin. Piştî ku xwe gihandin nirxên me yên civakî, hewl dan bikevin hiş û dilê me. Ji ber ku di tu qirkirina fizîkî ya heta niha kirine de bi ser neketine. Em ji her êşa ku kişandiye bi hêztir xelas bûne. Ji ber vê yekê mesele ne tenê pirsgirêka partiyeke siyasî ye. Divê em hemû tax û kolanên xwe biparêzin. Divê em dest ji çand û exlaqê xwe yê civakî bernedin."
Berîvan Kutluyê anî ziman ku li Tirkiyeyê pergala dadmendî û hiqûqê xirab e û diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ji aliyê hêzên "leşkerî" ve tên meşandin. Kutluyê bal kişand ku yên ku ji bo wan tê gotin civakê "diparêzin" yên herî zêde zirarê didin civakê ne û wiha got: "Yên ku ji bo wan dibêjin 'me diparêzin' bêexlaqîyê li civakê belav dikin. Ev ne pirsgirêkek asayî ye, tiştek bi zanebûnî tê kirin. Bi taybetî di ser gelê kurd, jin û ciwanên kurd re tê meşandin. Ji ber ku me dengê xwe bilind kir û ji bo jineke hat qetilkirin şer kir, der barê me de lêpirsîn tên destpêkirin. Ger rewş hatibe vê astê, ev xirabiya ku Tirkiye tê de ye. Heger hûn behsa dewleta hiqûqê û dabînkirina edaletê dikin, diviyabû we di nava salekê de ev mijar zelal bikira û edaletê misoger bikira. Diviyabû we yên ku ev kirine eşkere bikira. Bingeha vê planê bêexlaqî ye."
'KESÊN HILBIJARTÎ LI HERÊMÊ BI CIH DIKIN'
Berîvan Kutluyê bi bîr xist ku polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê ji nedîtî ve tên û got: “Bi çawîşên xwe yên pispor ji derve mirov anîn û ciwanên Botanê asîmîle kirin. Armanca anîna jinên biyanî ji derve diyar e. Dîsa ciwanan bi tiryakê bi kar tînin. Ev meyl piştî 2010'an dest pê kir. Beriya her tiştî, efserên 'ewlekariyê' yên ku li vir tên bicihkirin bi taybetî tên hilbijartin. Di dosyayeke bi nav û deng de yek kes jî di girtîgehê de nayê girtin. Tiryak tê Şirnexê, tê firotin û vexwarin. Lê belê tu destwerdana dewletê di vê de nîne. Di xew de ne an nabînin? Yên ku vî karî dikin, tên parastin."
Berîvan Kutluyê ku bang li rêxistinên jinan kir ku xwedî li vê dozê derkevin û ji bo sûcdar bi awayekî herî giran bên cezakirin têbikoşin.
'VEGUHERÎ POLÎTÎKAYEKÊ'
Endama Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Şirnexê Sûzan Karagolê jî bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirinê û got: "Dewleta ku berpirsyariyên xwe bi cih nayîne, vê yekê vediguherîne polîtîkayekê."
Suzan Karagolê anî ziman ku bêyî girtinê darizandina kiryaran sûcê ku hatiye kirin rewa dike. Sûzan Karagolê destnîşan kir ku di encama polîtîkaya bêcezakirinê de gelek jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin û tên qetilkirin.
Sûzan Karagolê got: "Polîtîkaya bêcezakirinê dibe sedema zêdekirina sûcên îstîsmarkirina zarokan, êrişa zayendî û taciza zayendî."
SIBÊ: Bersiva skandal a Wezareta Karên Navxweyî ya ji bo fihûşê
MA / Zeynep Dûrgût