ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana kesên demek berê hatin girtin û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana kesên demek berê hatin girtin û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin. DEM Partiyê têkildarî serdanê daxuyanî da û wiha got: “Hevserokên me yên giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Girtîgeha Sîncanê cîgira hevseroka me ya giştî Sevtap Akdag, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, yek ji damezirînerên ÎHD û Tevgera 78’an Nîmet Tanriklulu, Hevserokê Giştî yê DÎSK Genel Îş’ê Remzî Çalişkan û Serokê Şaxa Genel Îş’ê Kemal Goksoy ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin ku demekî kin berê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatibûn girtin. Mirûzê girtiyan pir baş bû, silav şandin û diyar kirin ku ew bi hêvî ne ku bêhiqûqiya heyî dê bi dawî bibe.”