STENBOL - Parastvanên mafan ji bo piştevaniya bi Hatîce Onaran re ku ji ber şandina pereyan a girtîgehan re hatibû girtin, çalakî li dar xistin û jê re pere şandin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo piştevaniya bi Hatîce Onaran re ku ji ber pere ji girtiyan re şandibû hatibû girtin, çalakiya şandina pereyan li dar xistin. Endamên ÎHD û TÎHV’ê li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hatin gel hev û beriya şandina pereyan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Dawî li zexsta ser parastvanên mafan bînin. Hatîce Onaran bi tenê nîne” hilgirtin.
‘EM Ê BI TENÊ NEHÊLIN’
Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe diyar kir ku Hatîce Onaran bi sala ye şahidiya binpêkirinên li girtîgehan kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo piştevaniyê ji girtîgehan re pere şand û bi vê sedemê hate girtin. Ev zext, parçeyeke tacîza cezaî ye. Hatîce Onara bi tenê nîne. Em ê biisrar piştgiriyê bidin hevala xwe û wê bi tenê nehêlin.”
Bi domdarî Umît Efe bi bîr xist ku parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu jî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Mixabin di hefteya mafên mirovan de em 2 kes in. Divê Hatîce Onaran tavilê were berdan. Em dixwazin şahidî û piştevaniya parastvanên mafên mirovan neyên astengkrin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Piştî axaftinê, dirûşmên “Hatîce Onaran bi tenê nîne” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” hatin berzkirin.
Piştî daxuyaniyê, ji Şaxa PTT’ê ya Beyoglûyê ji bo Hatîce Onaran pere hatin şandin.