DÊRSIM – Derdora Şaredariya Dêrsimê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, bi bariyerên betonî hat girtin.
Duh êvarî qeyûm tayinî Şaredariya Dêrsimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Şaredariya Pulurê ya CHP'î hat kirin. Walî Bülent Tekbiyikoglû yê qwekî qeyûm tayinî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, ewilî danê sibehê derdora şaredariyê bi bariyerên ebtonî girt.
WÊ QEYÛM BÊ PROTESTOKIRIN
Wê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û parlamenteran îro tayinkirina qeyûman bê protestokirin.