Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin

STENBOL - Diljen Ronî ku konsera wî ji aliyê şaredariya CHP'î ve hat betalkirin, bang li CHP'ê kir ku dest ji helwesta xwe ya dudil berde û got: "Astengkirina konsereke kurdî, tê wateya ku hûn ji daxwazên gel tiştekî fêm nakin." 

AKP, bi rêya gelek waliyan bi hinceta "ewlehiya cemaweriyê" konserên gelek hunermendên kurd qedexe dike. Niha jî konserên hunermendên kurd ji aliyê şaredariyên CHP'î ve tên betalkirin. Şaredariya Kuçukçekmeceyê konsera Rojda Şensesê; Şaredariya Şîşliyê konsera Diljen Ronî; Şaredariya Mûrat Paşa ya Antalyayê konsera Azad Bedran betal kirin. Konsera Xecê ya di 16'ê Mijdarê de li Erziromê, di 20'ê Mijdarê de li Agirî û di 21'ê Mijdarê de li Mûşê ji aliyê xwediyên salonan ve hatin betalkirin.
 
Diljen Ronî ku ji aliyê Şaredariya Şîşliyê ya CHP'ê ve bi hinceta "tamîrkirinê" konsera wî hat betalkirin wiha got: "Di van demên dawîn de min dest bi xebata albumeke nû kir û me plan dikir ku wê li Stenbolê bi konsereke xweş bixemilînin. Di meha Tebaxê de ji bo diyarkirina dîrokê me serlêdan kir û me ji bo 6'ê Kanûnê biryar da. Me peymana fermî çêkir û piştî daxuyaniyê me bilêtên xwe li nuqteyên firotanê yên têkildar danşn. Piştre dema ku me dest bi provayê kir, xeber hat ku konser ji ber tamîrkirinê hatiye betalkirin. Lê daxuyaniyeke fermî jî nedan."
 
'GAVA MESELE KURD BE...'
 
Ronî diyar kir ku betalkirina konserên hunermendên kurd ji ber bêtehamuliya li hemberî zimanê kurdî ye û got: “Qedexeyê û kurdîtiyê tînin gel hev û dema tiştek bi kurdî be, wekî ku dê li wir tiştek bibe, lê dinêrin. Di mijara zimanê kurdî de ne wek çand û hunerê dihesibînin, ne CHP û ne jî AKP tu ferqa wan tune ye. Helbet tirsonekî jî heye. Dema em li nêzîkatiya siyasî ya CHP'ê ya li pirsgirêka kurd dinêrin, dibêjin 'Em ê pirsgirêka kurd li Meclisê çareser bikin'. Li aliyekî tu mêze dikî konserên kurdî tên betalkirin. Yanî nakokiyeke mezin heye. CHP, dibêje 'em di pêvajoya nermbûnê de ne', lê ew ne bi gel re dixwazin bi AKP'ê re vê nermbûnê bijîn." 
 
Ronî bang li desthilatê û CHP'ê kir ku dest ji helwesta xwe ya qedexekirina zimanê kurdî berdin û got: "Konsertên hunermendên kurd li pey hev tên betalkirin û ji bilî çapemeniyê, tu daxuyanî ji CHP'ê aliyê CHP'ê ve nehat. Astengkirina konserên kurdî tê wê wateyê ku tu ji daxwazên gel tiştekî fam nakî û ew tiştên ku hûn dibêjin em ê bikin jî pûç dibin. Yanî hûn nikarin sibe dusibe bi argumaneke wekî 'ez ê meseleya kurd çareser bikim bên.' Ji lew re tiştên ku hûn dibêjin û hûn dikin li hev dernayên." 
 
Ronî bang li CHP'ê kir ku dest ji helwesta xwe ya dudil berde û got: "Astengkirina konsereke kurdî, tê wateya ku hûn ji daxwazên gel tiştekî fêm nakin." 
 
Ronî destnîşan kir ku wê qedexeyên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî nikaribin rê li ber wan bigirin û bang li hemû hunermendan kird ku di vî warî berteka xwe nîşan bidin. 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin