Doza der heqê bibîranîna Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de hat taloqkirin 2026-06-15 12:33:33 RIHA - Doza ku ji ber bibîranîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatibû vekirin û tevî rojnamevan Ceylan Şahînlî çar kes tê de dihat darizandin, hat taloqkirin.   Ji ber bernameya bîranînê ya ku li navçeya Pirsûsa Rihayê ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatibû lidarxistin yekemîn danişîna doza ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Sivik a Pirsûsê li dijî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî, hevserokê berê yê Rihayê yê DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî, hevseroka berê ya Dîlokê ya DEM Partiyê Zozan Ayhan û hevseroka berê ya Amedê ya DBP’ê Şîrîn Gurbuz hatibû vekirin, hat lidarxistin.   Ceylan Şahînlî û Zozan Ayhan beşdarî danişînê bûn û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Rihayê jî danişîn şopand.   Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û parastina Zozan Ayhan û Ceylan Şahînlî hat destpêkirin. Paşê parêzeran parastin kirin û diyar kirin ku ew ê parastina xwe ya berfireh di rûniştina biryarê de bikin.   Şandeya dadgehê piştî parastinan, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de danişînê taloqî 21’ê Cotmeha 2026’an kir.