Çawîşê pispor ji heman malbatê 4 kes qetilkirin 2026-06-14 11:14:07 COLEMÊRG - Li Şemzînanê, Çawîş Musa Gezer hevjîna xwe Gulşen Gezer û sê endamên malbata wê kuşt û kesek bi giranî birîndar kir.   Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, çawîşê pispor Musa Gezer bi çekê êrîşî hevjîna xwe Gulşen Gezerê û malbata wê kir. Di êrişê de çar endamên heman malbatê hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû. Dema ku dengê guleyan hat bihîstin, tenduristkar û polîsan ber bi cihê bûyerê hatin sewqkirin. Piştî lêpirsîna destpêkê, sûcdarê bi giranî birîndar Musa Gezer rakirin nexweşxaneyê.   Gulşen Gezer, xwişk û birayên wê Gurkan Demîr û Denîz Demîr û dêya wan Habîbe Demir di êrişê de jiyana xwe ji dest dan.   Lêpirsîn hat destpêkirin.