Îfadeya Tuncay Sonel a li emniyetê dest pê kir 2026-04-20 16:50:33 ERZIROM - Îfadeya waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hatibû binçavkirin a li emniyetê dest pê kir.    Îfadeya waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hatibû binçavkirin a li Midûriyeta Emniyetê ya li Erziromê dest pê kir.  Îfadeya Sonel, ji sûcê “kuştina mirov” û “Tunekirina delîlan” tê girtin. Tê payin ku piştî wergirtina îfadeyê sibe sewqî Edliyeya Erziromê were kirin.