Deriyê Sînor ê Hammamê hate girtin 2026-03-16 15:08:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ragihand ku Deriyê Sînor ê Hammamê yê di navbera Sûriye-Tirkiyeyê de hatiye girtin.    Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku deriyê sînor ê Hammamê yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ku li gundewarên Helebê ye, ji sibê pê ve bi temamî dê bê girtin.   Di daxuyaniyekê de desteyê diyar kir ku rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de tev bigerin, dikarin berê xwe bidin deriyên sînor ên Bab El Hewa û Bab El Selameyê. Desteyê, sedemên fermî yên biryara girtina derî diyar nekir.