HRANA: Li Îranê 194 jê zarok, hezar û 205 sivîl hatin qetilkirin 2026-03-08 14:14:12 NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê da zanîn ku di êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê de heta niha 194 jê zarok, bi giştî hezar û 205 sivîl hatine qetilkirin.    Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), rapora xwe ya têkildarî êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê aşkera kir. Li gorî raporê; ji 6’ê Adarê heta saet 17.00’ê êvara 7’ê Adarê (li gorî saeta Tehranê), di nava 24 saetan de li 30 bajaran di çarçoveya 133 bûyeran de herî kêm 485 êriş hatine tomarkirin HRANA’yê got ku di êrişan de herî kêm 53 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, êrişên dawî li hemû bajarên Îranê belav bûne û piraniya êrişan li Tehran û çendek bajarên din tên kirin.    Di raporê de hate gotin ku di êrişên 7’ê Adarê de herî kêm 33 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne. Bi domdarî hate destnîşankirin ku ji 28’ê Sibatê heta niha biqasî piştrast kirine; 194 jê zarok bi giştî hezar û 205 sivîl hatine kuştin, 187 leşker mirîne. Hate gotin ku hewl didin 283 bûyerên mirinê jî piştrast bikin.