Rayedarê îranî: 4 şertên DYA’yê hene 2026-02-10 09:15:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarekî Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê têkildarî hevdîtinên bi DYA’yê re axivî û got ku DYA’yê 4 şert daniye pêşiya wan û gotiye ku heke ev şert neyên bicihanîn dê êrişê bikin.    Wekîlê Cîgirê Fermandar Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê yê ji Karûbarên Siyasî Berpirsyar Azîz Gazenferî, ji kovara “Sobh-e Sadik” a girêdayî Muhafizên Şoreşê re axivî û têkildarî hevdîtinên Îran û DYA’yê yên li Ummanê nirxandin kir. Gazenferî, got ku DYA’yê di hevdîtinên li Ummanê de 4 şert daniye pêşiya wan û heke Îran qebûl neke dê êriş bikin.    Gazenferî, bi bîr xist ku DYA dixwaze bernameya fuzeyên balîstîk, piştgiriya ji bo komên wekîl ên li herêmê û uranyum a hatiye dewlemendkirin û meseleya uranyumê dike mijara muzakereyê. Gazenferî, got ku mijarên parastina Îranê nabin mijara muzakereyê û tevî muzakereyan jî tevdîrên xwe yên leşkerî digirin.    Gazenferî, bi bîr xist ku hevdîtinên tenê têkildarî mijarên nukleerê de ne.