Şandeya Îmraliyê dê sibe daxuyanî bide 2026-01-17 20:44:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyekî bide.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê, îro çûn Îmraliyê û bi Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.   Şande dê sibe têkildarî hevdîtinê daxuyaniyekî nivîskî bide.