CENTCOM: Êrişan rawestînin 2026-01-17 20:34:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya CENTCOM'ê ji bo rawestandina li ser Heleb û Tebqayê bang li Şamê kir.   Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA'ê (CENTKOM) di daxuyaniyê destnîşan kir ku hemû alî rageşiyê daxin asta jêr û pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin û wiha got: “Divê hikûmeta Sûriyê dawî li êrişên di navbera Heleb û Tebqayê de bîne. Ji bo têkbirina DAIŞ'ê pêwistî bi koordinasyona di navbera Amerîka û hêzên hevpeymanê û nîvekarên li Sûriyê heye. Îstiqrara herêmê girêdayî aştiya bi cîranan û navxeyî ya Sûriyê ye."