Komek ciwanên ji welatên Rojhilata Navîn hatin Amedê 2026-01-17 19:21:29   AMED - Ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn, 15 ciwan hatin Amedê û serdana partiyên siyasî û saziyên demokratik kirin.   15 ciwanên enternasyonalîst ên ji Misir, Iraq, Lubnan û Tunusê hatin Amedê û li vir çend serdab kirin. Ciwanan, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Amedê ziyaret kirin û bi Hevserokên DEM Partiyê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn re civîn pêk anîn.    Piştî vê ciwanan bi Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş re hevdîtinek kirin. Herwiha ciwan bi aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) re civiyan û piştre bi Hevserokên DBP’ê yên Amedê re hevdîtin pêk anîn.   Di hevdîtinan de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate gotûbêjkirin. Di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana li Îranê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin.   Ciwan dê sibê jî li Rihayê çend serdanan pêk bînin.