Bîra berxwedana jina Kurd: Mestûre Kurdistanî 2025-12-31 09:55:27 WAN - Mestûre Kurdistanî, di sedsala 19’emîn de bi nasnameya xwe ya helbestvanî û dîroknasiyê, li dijî serdestiya mer û tunehsibandinê bû yek ji sembolên têkoşîna jinan.    Di seranserê dîrokê de jinên Kurd hem barê înkarê hem jî barê berxwedanê ser milên xwe hilgirtine. Bi dengên xwe yên bêdeng û hebûna xwe ya nedîtî, wan her gav dizanîbûn ku di her serdemê de çawa dîsa rabin ser pêyan. Dîroka jinên Kurd ne tenê dîroka êşê ye, lê di heman demê de dîroka berxwedan û îradeyê ye jî. Mestûre Kurdistanî yek ji wan jinan e ku dengê xwe li dijî serdestiya mêran, zordestiya siyasî û marjînalîzekirinê bilind kiriye. Mestûre Kurdistanî, di sedsala 19'an de jiya û hem helbestvan û hem jî dîroknas e. Jiyana wê, yek ji mînakên têkoşîna rewşenbîrî û dîrokî ya jinên Kurd e.    DI DÎWANA HELBESTVANAN DE      Mah Şeref Xanim anku Mestûre Kurdistanî di sala 1804'an de li bajarê Sinê yê rojhilatê Kurdistanê ya navenda Mîrgeha Erdelanê di nav malbata Qadiriyan ji dayik bû. Mestûre Kurdistanî, keça Ebdulhesen Beg e ku yek ji navdarên herêma Erdelanê ye. Piştî nakokiyên di navbera Waliyê Sineyê Xusro Xanê Nakam û malbata Qadiriyan de hatine çareserkirin, bûye hevjîna Xusro Xan.    20 HEZAR QESÎDE Û XEZEL     Hevjînê wê bi xwe jî helbestvan bû û ji helbestan hez dikir. Mestûre Kurdistanî û hevjînê xwe gelek moxazîle kirine û dîwanên wan jî vê rastiyê vedibêjin. Mestûre Kurdistanî, di hûnandina helbestên Kurdî û Farisî de xwedî pênûseke bi hêz û xurt bû. Mestûre Kurdistanî, di sedsala 19'an de ku heta axaftina jinan jî qedexe bû û şerm dihat dîtin, wê serhildana xwe bi huner û helbestên xwe yên bi bandor û bihêz kir. Li gorî nivîskarê dîrokê ya Hedîqeya Nasiriyê ku pismamê Mestûre Kurdistanî bû, Mestûre Kurdistanî zêdetirî 20 hezar qesîde û xezel nivîsandiye. Lêbelê li gorî pirtûka "Tuhteya Nasiriye" ku çavkaniyek din a dîroka Kurdistanê ye dîwana helbest û xezelên wê nêzî deh hezar in. Lêbelê li gorî çavkaniyên ku hatine kirin helbestên Mestûre Kurdistanî yên ku hatine komkirin û weşandin 2 hezar malikan zêdetir nîn in ku ew jî 20 sal beriya niha ji aliyê Serokê Saziya Mearîfa Sineyê û Mîrza Esedulah Xanê Kurdistanî ve hatine weşandin.    Li Kurdistanê zimanê wêje û helbestê li Erdelanê devokeke taybet a diyalektîka goranî bûye. Mestûre Kurdistanî jî helbestên xwe bi vê dîyalîktikê hûnandine.    'ÇAVÊN MIN BI XWENDINA PIRTÛKAN RONÎ GIRT’     Mestûre Kurdistanî ku yek ji lêkolîner a Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, di sedsala 19'an de li rojhilatê Kurdistanê bajarê Sineyê pirtûka xwe ya "Dîroka Erdelanê" dinivîse. Pirtûka wê ya ji 185 rûpelan pêk tê, behsa dîroka Erdelanê dike. Mestûre dema ku dest bi pirtûka xwe dike, di destpêkê de xwe wiha dide naskirin: “Ez, Mestûreya keça camêrê rehmetî Ebulhesen Begî kerema Xwedayê mezin û dilovan ji dayîk û bavê xwe Kurdistanî me. [van agahiyan] Arasteyî zanyarên gotarbej û zanayên hunerwer dikim. Piştî ku bi arava bavê ku stêrka esmanê hişmendî û xora cîhana aqili ku rehmet li gora her duyan be, peyda bûm, bi bereketa bû û hezeke xwezayî ji bo perwerdekirina zarokan û bihêzkirina pirtikên cergê xwe [zarok] hebû, bi taybetî ez a ku yekem gula wê gulistanê û yekem şêneya wî baxî bûm, tilîyên destê min hînî pênûsê bûn û çavên min bi xwendina pirtûkan ronî girtin. Hin caran hezeke sirûşti ji bo xwendina pirtûkan di min de çêdibû. Heya rojekê çavên min bi dîwanên pêşînîyan û berhemên nivîskarên serdemê ketin. Di nav wan da jî min pirtûkek dît ku der barê dîroka Kurdan û vê herêmê [Erdelanê] de hatibû nivîsandin. Piştî xwendinê min dît ku der barê rewşa Kurdistanê da hatiye nivîsandin. Tevî ku şerheke berfireh jê hatibû nivîsandin, lê ji ber ku beşek biçûk jê mabû, ez ku şitlek im di bax û gulistana wê behiştê de û nifş piştî nifşê ji vê xanedanê paş ketibûm, lê niha şanazîyê bi têkiliya xwe û wê malbata hêja dikim, min pêwîst dît ku bi sirûşteke bîrewer û mejîyekî rexnegir wê berhemê temam bikim û min dest bi nivîsîna van çend xêzan kir û min li gorî naveroka berhemên dîrokî û çavkanîyên devkî û tiştên ku bi çavên serê xwe dîtin, rewş û rûdanên serdema sinsileya Erdelanê di vê pirtûkê da nivîsand û hêvî dikim ku xwîner duaya xêrê ji bo min bikin."    PIRTÛKA MESTÛREYÊ YA BI NAVÊ DÎROKA ERDELANÊ      Mestûre Kurdistanî, di pirtûka xwe de behsa dîroka Erdelaniyan dike û Erdelaniyan û serdemên desthilatdariyên Erdeleniyan yek bi yek vedibêje. Di pirtûka Mestûrê de desthilatdarên ku hene navên wan yek û yek wiha ne: “Nijada Babe Erdelanî da, Desthilatdariya Babe Erdelanî, Desthilatdariya Kulolê Kurê Babê Erdelanî, Desthilatdariya Xizirê Kurê Kulolî, Desthilatdariya Îlyasê Kurê Xizirî, Desthilatdariya Xizirê Duyem Kurê Îlyasî, Desthilatdariya Hesenê Kurê Xizirê Duyem, Desthilatdariya Bablolê Kurê Hesenî, Çîroka Desthilatdariyê Munzerê kurê Bablolî, Desthilatdariya Me'mûn Begê Kurê Munzerî, Der barê Xweseriya Bêge Begî da, Desthilatdariya Me'mûn Begê Duyem, Desthilatdariya Sorxav Begî û bûyerên serdemê, Desthilatdariya Sultan Elî Begê kurê Sorxav Be, Desthilatdariya Teymor Xanê Kurê Sultan Elî, Helo Xan, Der barê Hukimdarîya Xan Ehmed Xanê Kurê Helo Xanî da û Kurteyek ji Mêrxasiya Mîrê Cîhangîr, Silêman Xan Kurê Elemûdinê Kurê Teymûr Xanî û Kurteyek li ser Jiyana Wî, Kelb Elî Xanê Kurê Silêman Xanî, Der barê Desthilatdariya Xan Ehmed Xanê Duyem da û ji destana Desthilata di jêr bandora bêezmûnî û nezanîyê da, Xusro Xanê Kurê Silêman Xanî, Qeyûmtiya Teymûr Xan Ecerlû li Kurdistanê, Xan Ehmed Xanê Duyem, Der barê desthilatdariya Muhemmed Xanê Kurê Xusro Xanî û Şerê wî li gel babanan, Desthilatdariya Muhammed Xanê Gurcî li Sineyê, Desthilatdariya Hesen Qulî Xanê Kurê Muhemmed Muimin Xanê Îtîmadeldewle, Desthilatdariya Huseyn Qulî Xanê Kurê Muhemmed Muimin Xanê Îtîmadewle, Ebas Qulî Xan, Elî Qulî Xan, Subhanwêrdî Xan, Hikûmeta Mistefa Xanî, Xan Ehmed Xanê Duyem, Serdema Qeyûmtiya Mewla Wêrdî Xanî, Desthilatdariya Heselelî Sultanê Kurê Ebas Qulî Xanî, Qeyûmtiya Muhemmed Riza Begê Gurcî, Desthilatdariya Subhanwêrdî Xanî (cara heştan), Hesenelî Xan, Desthilatdariya Kerîm Xanê Kurê Ebas Qulî Xanî, Desthilatdariya Xusro Xanê Duyem, Xusro Xanê Duyem (cara duyem), Desthilatdariya Lutfelî Xanê Kurê Sibhanwêrdî Xanî, Hesenelî Xan, Emenulah Xan, Xusro Xanê Duyem, Riza Qulî Xan, Emunullah Xanê Duyem, Riza Qulî Xan (cara duyem), Xusro Xanê Ermenî û Emanula Xanê Duyem. “   LI SILÊMANIYÊ JIYANA XWE JI DEST DA      Di sala 1848'an de bi sedema hin bûyerên ku li mîrgeha Erdelanê rû didin Mestûre Kurdistanî  tevî kurmetê xwe Huseyn Qulî Xanî koçî bajarê Silêmanê yê Herêma Federal a Kurdistanê navenda mîrgeha Babanan dike. Mestûre Kurdistanî, di sala 1264'an de di temenê xwe yê 44'an de çû ser dilovaniya xwe. Mestûre Kurdistanî, pêşiya ku nemire bi vê gotinê koç dike: “Du sê roj in ku ji ber sedema nexweşiyê tayê têngermiyê avêtiye can û bedena min. Ka bizanin xwedê çi dixwaze.”   BÛ ÎLHAMA JINA KURD      Mestûre Kurdistanî, di serdema xwe de ku serdemeke ku hemû tişt li dijî hebûna jinê bûn, bi têkoşîna xwe û hebûna xwe ya hûnerî mîrateyeke mezin li pey xwe hişt. Mîrateya Mestûrê li pey xwe hiştî bû îlhama têkoşînê. Ev mîrateye ku îlhamê dide jinên Kurd. Peykerê Mestûreyê niha weke berhemeke dîrokî li qada bajarê Sineyê hatiye danîn.    Pirtûka Mestûre Kurdistanî ya bi navê "Dîroka Erdelanê" ji aliyê sê nivîskarên Kurd ve bi weşanxaneyên cuda hatiye çapkirin.    MA / Zeynep Durgut