‘Gaxan ruhê jiyana komunê ye’ 2025-12-31 09:31:38 ÎZMÎR - Dayika Elîf Hurustan a ji Ocaxa Bamansûrê, diyar kir ku Gaxan a ku di baweriya Elewiyan de wekî destpêka sala nû tê qebûlkirin şêwazekî komunê ye û got: “Gaxan, hevgirtin û komuna demên berê ye. Ger em di nava piştevaniyê de bin, aştî û jiyana komunê jî dê bê avakirin.” Di nav gelên Mezopotamyayê de hatina sala nû bi cejnên cihêreng tê pîrozkirin. Di nav Elewiyên ku li herêmên Dersîm, Sêwas, Erzingan, Gimgim, Çewlig û Xarpêtê dijîn de navê vê cejnê Gaxan e. Di nava gelên Aryen de wekî "Şeva Yelda" ya ku nûneriya derketina ji tariyê ber bi ronahiyê ve dike, an jî li cihên cuda yên Kurdistanê wekî "Serê Salê" tê binavkirin. Her çendî navên wan cuda bin jî, şêwazên pîrozkirinê û ruhê piştgiriyê yê ku diafirînin ji heman kokê tên.   Di baweriya Elewîtiyê de roja yekem a Cejna Gaxanê, di heman demê de roja yekem a ketina demsala zivistanê ye. Gaxan ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê û xizaniya, bi felsefeya piştgiriyê tê pîrozkirin. Karakterên folklorîk ên cejnê Khal/Kal û Veyvikê mal bi mal digerin, xurek kom dikin û van xurekan wekî loqme li kesên ku rewşa wan a aborî nebaş e û di tengasiyê de ne belav dikin. Berdewamiya ruhê piştgiriyê yê Gaxanê, zemîna jiyana komun a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi perspektîfa xwe aniye ziman, diafirîne.   Em li ser bingeh, pîrozkirin û felsefeya Gaxanê bi Dayika Elîf Hurustan a ji Ocaxa Bamansûrê re axivîn.     HEM ŞAHÎ HEM JÎ PIŞTEVANÎ     Elîf Hurustanê diyar kir ku Gaxan a ku ji zarokatiya xwe ve qala wê dike, di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihekî girîng e, lê êdî mîna berê nayê pîrozkirin. Elîf Hurustanê banga neterikandina Gaxanê kir û destnîşan kir ku divê çand berdewam bike. Elîf Hurustanê anî ziman ku Gaxan di her çandê de bi awayekî cuda cih digire û hêvî kir ku Gaxan bibe wesîleya aştiyê û ev tişt got: “Îsal em behsa aştiyê dikin. Bila sala nû aştî û aramiyê ji me re bîne. Werin em hemû bi hev re Gaxanê veguherînin aştî û aramiyê. Em bi salan e bi hev re dijîn. Bêguman me hin tişt ji hev girtine. Gaxan di bawerî û warê me de xwedî cihekî pir bi nirx e. Em dixwazin her kes êdî îqrara xwe bizanibe. Ger em hemû werin cem hev û birêxistin bibin, em dikarin aştiyê bînin. Ger em ji hev dûr bikevin aştî nayê. Ez bawer dikim ku heke em berpirsiyariyê li xwe bigirn û li her tax û kolanê behsa aştiyê bikin, em ê wê bînin.”   Elîf Hurustanê ku bîranîna xwe ya zaroktiyê ya der barê Gaxanê de parve kir û wiha pê de çû: “Wekî karakterên ku di Gaxanê de bûne sembol, Khal/Kal û Veyvikê hene. Du kes berpirsiyarê komkirina xurekan bûn. Kê çi qas loqme bida. Kêmbûn û pirbûna loqmeyê nîne. Li gundê me xurek didan daholvan û zirnevanên ku rewşa wan nebaş bû. Wan jî du rojan dahol û zirne lê dixistin û ciwan şa dikirin. Hem kêf û hem jî piştgirî hebû. Ew dem hîn jî ji bîra min naçin.”   RUHÊ JIYANA KOMUNÊ     Elîf Hurustanê bal kişand ser felsefeya Gaxanê û wiha got: “Di eslê xwe de şêwazekî komunê ye. Gaxan bi jiyana komunê re hemwate ye. Gaxan di rastiyê de ew komuna ku ew (Abdullah Ocalan) behsa wê dike ye. Êdî jiyan pir dijwar e. Gaxan piştgirî û komuna demên berê ye. Di encamê de îqrar tê dayîn. Çi dibe bila bibe, em hemû bi hev ve girêdayî ne. Gaxan û aştiya me bi hev ve girêdayî ne. Têgehên ji hev qut nînin. Em jî dixwazin êdî jiyana komunê bi cih bibe. Ji ber ku mirov di tengasiyê de ne. Ger em di nav piştgiriyê de bin, aştî û jiyana komunê jî tê avakirin. Em dibêjin Gaxan, ruhê jiyana komunê ye.”     'DEMA EM GAXANÊ PÎROZ DIKIN, EM AŞTIYÊ JI MIROVAN RE VEBÊJIN'      Elîf Hurustanê anî ziman ku berê li Îzmîrê Gaxan pîroz nedikirin û ev rewş bûye sedem ku ew ji cewhera xwe dûr bikevin û got ku salên dawî bi vê hişmendiyê Gaxanê pîroz dikin û bal kişand ku îsal Gaxan xwedî girîngiyeke cuda ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo heqîqet, zimanê dayikê û çanda me îsal Cejna Gaxanê hîn girîngtir e. Kesên ku dibînin em Cejna Gaxanê pîroz dikin, dilxweşî û kêfxweşiya xwe bi me re parve dikin. Em jî di vê mijarê de armanc dikin ku pêvajoya aştiyê ji derdora xwe û dostên xwe re vebêjin. Lê hinek mirov hîn ji vê rewşê re ne amade ne. Dema em nêrîna mirovan dipirsin, helwestên pir erênî û kesên ku reşbîn û bêhêvî jî hene. Jixwe nayê payîn ku her tişt di carekê de çêbibe, aştî ji nişka ve pêk were. Divê em gav bi gav bi mirovan re biaxivin. Aştî ji bo me çi ye? Divê em zirarên ku bi salan in tên dîtin vebêjin. Em dibêjin êdî em li vê erdnîgariyê bi hev re bijîn. Ciwanên me ji ber heman sedemê jiyana xwe ji dest didin. Divê em vê yekê ji civakê re vebêjin û hêdî hêdî ji aştiyê re amade bikin. Heta aştî nebe jiyana bi hev re û aramî ne pêkan e. Em bi diyalog û gotina xwe aştiyê bînin. Bila êdî zilm û zora zaliman negihîje zarokên me. Ciwanên me jî ji çand û baweriya xwe dûr ketine. Em dixwazin bi pîrozkirina Cejna Gaxanê re, zarok û ciwanên me çanda xwe nas bikin û wê winda nekin.”   MA / Can Kirbaş