Di salekî de bi 100 hezar kesan çanda devkî ya Kurdî dan guhdarkirin 2025-12-31 09:05:34 AMED - Mala Dengbêjan a Amedê ya ku li navçeya Sûrê ye, hem kevneşopiya dengbêjiyê dide jiyîn hem jî çanda devkî ya Kurdî ji nifşekî vediguhêze nifşê din.   Mala Dengbêjan a ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye û di bin sîwana Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe dike, ji sala 2007'an û vir ve kevneşopiya dîroka devkî ya Kurdî dide jiyîn. Mala Dengbêjan ku bêyî roja duşemê hemû rojên hefteyê vekirî ye, dibe yek ji wan cihên ku hezkiriyên kilaman her tim serdana wê dikin.   Mala Dengbêjan armanc dike ku kevneşopiya dengbêjiyê ya ku bi sedsalan e ji nifşekî bo nifşê din tê veguhestin, berdewam bike. Dengbêjên ku wekî bîra gelê Kurd tên pênasekirin; evînê, berxwedanê, sirgûnê û bîra civakî bi rêya stranan digihînin roja me ya îro. Ji ber vê yekê Mala Dengbêjan ne tenê wekî cihekî çandî, herwiha wekî qadekî dîroka zindî tê nirxandin.   TEVKARIYÊ LI TURÎZMA ÇANDÎ DIKE    Mala Dengbêjan ku bûye rawestgeha tûrîstên xwecihî û biyanî yên tên bajêr, tevkariyeke girîng li potansiyela tûrîzma çandî ya Amedê jî dike. Ziyaretvan di dîwanên ku di rojên diyar de tên danîn de, firsendê dibînin ku performansa zindî ya dengbêjan guhdar bikin û der barê pêşketina dîrokî ya edebiyata devkî ya Kurdî de agahiyan bigirin.   100 HEZAR ZIYARETVAN   Mala Dengbêjan ku di tûrîzma çandî ya bajêr de her ku diçe zêdetir cih digire, 24 dengbêjan di nav xwe de dihewîne. Li gorî agahiyên ku me ji rayedarên şaredariyê wergirtine, di sala 2025'an de zêdetirî 100 hezar kesî serdana Mala Dengbêjan kiriye.   DIVÊ ZÊDETIR XUYA BE   Derdorên çand û hunere jî balê dikşînin ku divê Mala Dengbêjan di nav cihên gerê yên Amedê de hîn bêtir xuya bibe. Civata çand û hunerê ku balê dikşînin ser girîngiya cihên bi vî rengî ji bo parastina kevneşopiya dengbêjiyê û veguhestina wê ji bo nifşên pêşerojê, diyar dikin ku Mala Dengbêjan ne tenê ji bo Amedê, ji bo çand û dîroka Kurdî jî xwedî cihekî taybet e.