Ji siyasetmedaran banga tevlibûna mitînga 4'ê Çileyê 2025-12-31 09:03:27 AMED - Siyasetmedaran bal kişandin ser girîngiya mitînga ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin û bang li her kesî kirin ku tevli mitîngê bibin. Platforma Saziyên Demokratîk, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê dê mitînga bi navê "Hêvî û Azadî" li dar dixe. Di mitîngê de ligel Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana dê biaxivin. Bangên ji bo beşdariya mitîngê berdewam dikin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn bi bîr xist ku banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiribû, avakirina pêşeroja hevpar a hezar salan a gelên Kurd û Tirk li ser zemînekî demokratîk hedef digire. Şahîn anî ziman ku gava herî girîng a geşedanên piştî vê bangê, verastkirinên qanûnî ne û diyar kir ku rastiya esasî ya piştî hevdîtinên li Îmraliyê derketî holê ew e ku li cihê hêvî lê tune be azadî jî nabe û ev tişt got: "Mîtînga Hêvî û Azadiyê ji bo ku hêvî ji nû ve geş bibe û rastiya ku azadiya rêzdar Ocalan azadiya civakê ye were nîşandan, tê lidarxistin. Ji ber vê yekê divê hemû gelê me li qadan be. Azadiya rêzdar Ocalan di avakirina civaka demokratîk de pir girîng e. Ji bo avakirina komara demokratîk, azadiya rêzdar Ocalan azadiya me ye."   'DÊ DAXWAZA ŞERTÊN MUZAKEREYA AZAD WERE KIRIN'   Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren diyar kir ku li şûna şer û pevçûnan divê pirsgirêka Kurd li ser zemînekî siyasî û hiqûqî were çareserkirin û wiha axivî: "Banga Abdullah Ocalan perspektîfeke demokratîk pêşkêş dike ku gel dê tê de di şert û mercên wekhev û di nav aştiyê de bi hev re bijîn."   Eren, banga tevibûna mitîngê kir û rave kir ku qonaxa niha êdî verastkirinên qanûnî hewce dike û wiha pê de çû: "Nayê qebûlkirin ku aktorê sereke ê aştî û çareseriyê Abdullah Ocalan hîn jî di şert û mercên tecrîdê de were ragirtin. Mitînga 4’ê Çileyê daxwaza hem bicîhanîna mafê hêviyê û hem jî dabînkirina şertên muzakereya azad dihewîne."    'JI BO AZADIYÊ EM QADA STASYONÊ TIJE BIKIN'   Rêveberê DEM Partiyê yê Amedê Abdullah Alkan, ji bo cîbicîkirina "mafê hêviyê" bang kir û got: "Divê di 4’ê Çileyê de her kes li Qada Stasyonê be da ku ev ruhê aştiyê xurt be."   Rêveberê DEM Partiyê yê Amedê Nîhat Mujde jî destnîşan kir ku ev mitîng ji bo azadiya Abdullah Ocalan girîng e û bang li her kesî kir ku werin Qada Stasyonê.   Dayika Aştiyê Necmiye Yaşarê jî diyar kir ku mitînga 4’ê Çileyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e û wiha axivî: "Bêyî ku mirov bibêje berf e, baran e yan zivistan e, divê her kes ji bo azadiya Serok beşdar be û Qada Îstasyonê tije bike."